Andrew Gardner, Kordînatorê Tirkîyê yê Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty), berîya ku ji ser 14 kolanên Surê qedexe rabe hat Amedê û piştî destûra wilayetê çû çend kolanên qedexe yên Surê.
“Ez gelek caran hatibûm Amedê û li Surê gerîyabûm. Lê dîminên ku em lê rast hatim, ez şok kirim. Ew kolanên teng nemane. Xanî hatine hilweşandin. Piştî vê dîmê ku me dît, êdî îhtîmala vegera mirovan nemaye,” Gardner ji Dengê Amerîka re got.
Gardner got ku wan ji walîyê Amedê re destnîşan kirine ku bikaranîna çekên giran yên li dijî mafên mirovan e û qedexa derketina derve ya bê dem jî cezakirina girseyî ye.
Wî xuya kir ku walîyê Amedê jî gotiye “jibo barîqatên bi beton ew mecbur mane ku tanqan bikar bînin û di dema operasyonan malbat jiber xendek û pevçûnan derketine û nexwestine di pevçûnan de li wir bimînin.”
Gardner bal kişand ku rayedar di çarçova ewlekarîyê de li mesele dinêrin û dibêjin “bi xendek û barîqatan PKKê kêşeya ewlekarîyê derxistîye ortê û divê dewlet jî jibo ku vê pirsgirêkê çareser bike tedbîran digire. Dibêjin Tiştên ku diqewimin jî di çarçova tedbîrên ewlehîyê de tên kirin."
Gelek rexne li rêxistinên sîvîl yên navdewşetî tê kirin ku li hember qedexe û operasyonên li herêmê bê deng dimînin. Heman rexne jibo Amnesty jî tê kirin. Gardner li hember rexneyan wiha got:
“Em wek rêxistin ji meha Îlonê vir ve li ser van mijaran disekinin, lêkolînan dikin. Di warê mafê jîyan û mirovan de gelek binpêkirin çêbûn û raporên xwe de ew ninivîsin, lê mixabin medya cî nade raporên me. Dema medya cî nede raporan, helwesta me jî nayê dîtin.”
Gardner dîyar kir ku li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê de li dijî Tirkîye gelek doz hatine vekirin û di warê hiqûqê de Tirkîye dê rastî cezayan were.
Gardner destnîşan kir ku bi qanûna destdanîna ser navçeyên qedexe, wê mezintirîn pirsgirêkan çeke û tirsa wî heye ku wê ti kes nikaribe vegere cîhên xwe.
Your browser doesn’t support HTML5
KHF_5_27_16_Amnesty