Sûrîyê Soza Bersîveke Tund Beramber Kuştina Hêzên Parastinê Dide

Sûrîyê Soza Bersîveke Tund Beramber Kuştina Hêzên Parastinê Dide

Hikûmeta Sûrîyê sozê dide ku ew dê bersiveke tund û dijwar bide, li gor ragihandina televîzyona dewletê bo tolevekirina kuştina 120 endamên hêzên ewlekarîyê li bajêaê Cisr El-Şuxor li bakura rojava wî welatî.

Bûyera roja Duşemê reng e nehê piştrast kirin, çimkî karbidestên Sûrî rêkê nadine rojnamevanên bîyanî ku biçine di nav wî welatî. Bizavkarêt Sûrî hevbîr nîne li ser wê jimara kuştî û birîndaran û dibêje ev e dibe hecetek ku hikûmet pitir zorkarîyê û êrişan bike.

Wezîrê Navxweyî yê Sûrî Îbrahîm El Shaar, dibêj her bersiveke bête dan dê li gorî qanûnê be.