Tevaya 33 karkerên di kanek ‘çaleka ‘ jêr erdê de li Şîlî pitirî du mehan di kûratiya pitirî nîv kilometer de asê mabûn, hatin rizgar kirin. Ew ji aliyê endamên malbatên xwe û serokê Şîlî Sebastiyan Pinera ve hatine pêşwazî kirin û piştî rakêşana çar karkerên hawarçûnê jî, şevê dî xelkê wî welatî şahî gêran bi helkefta rizgar kirina serkeftî û bi silamet.
Cihê karker li asê bûyîn, 622 metran kûr bû. Her car nêzîkî demjimêrekê pêdiçû heta yek bêt rizgar kirin. Yêkem kesê gehiştiye ser rûyê erdê, Florencio Avalos yê 31 salî bû, ku demek kurt piştî nîviya şevê bi amîra asinî ya hatiye çêkirin bi nave Phoenix gehişte nav xelkê ser erdê, li demekê ku berçavkên reş li ber çavên xewe dabûn ku çavên wî ji ronahiya pitir biparêzit piştî midehê10 haftiyan di tariyatiyê de jiyay.