Li gor rapora Komeleya Dêrên Protestan ya Tirkîyê, 15 Protestanên oldar wek “kesên di warê ewlehîya giştî de xeterîyê pêk tînin ”, destûra rûniştivanîya wan nehatiye nûkirin yan jî hatine der sînorkirin.
Komeleya Dêrên Protestan ya Tirkîyê rapora xwe ya binpêkirinên mafên protestanan ya sala 2021’an eşkere kir.
Di raporê de hate ragihandin ku di gelek waran de mafên protestanan hatîye binpêkirin; wek cîhên peristînê, axaftinê nefretê, dersînorkirina mîsyoneran, pêşnîyarîya sîxûrî û gelek xalên din.
Li gor raporê di salên dawî de di derbarê Protestanan de axaftina nefretê her ku çûye zêde bûye.
Li gelek bajarên Tirkîyê, tevî sazîyan ji di derheqê Protestanan de, “Mîsyoner êdî hatin vê heremê jî”, “Emê ewan tûne bikin”, “Papazê mirî dimeşe” û herwiha gotarên nefretê hatîne bikaranîn.
Kesên ku di sazîyên Mesîhîyan de kar dikin re pêşnîyarên sîxûrîyê hatîne kirin.
Hin kesan xwe wek karbidestên sîxûrîyê dane nasandin û ji wan daxwaza sîxûrîyê kirine û yên ku ev pêşînyar qabûl nekirine, dijî wan gef hatîne kirin.
Rapor dîyar dike ku di nav pirsgirêkên serekî ku Protestan rûbirû ne cîhên peristînê (dêr) tê. Ev pirsgirêka di demên berê de jî hebûye û di sala 2021’an de jî berdewam kirîye.
Li tevahîya Tirkîyê 176 navandên peristinê (dêr) yên Protestanan heye.
Dêra Protestan ya li Tirkîyê
Karbidestê Komeleya Dêrên Protestan ya Tirkiyê Soner Tufan ji Dengê Amerîkayê re ser raporê axifî.
Soner Tufan ragihand ku erka dewletê ewe ku wek hemû olan ola Mesîhîyan jî biparêze.
“Em ji 2008’an vir de her sal van raportan amade dikin. Di hemû raporan de em dibînin ku pirsgirêkên ku hene nehatine çareserkirin. Bes di ev salên dawî de tenê na, eva 60 salî zêdetire ku heman pirsgirêk didomin. Tirkîye qaşo dewleteke laîk e, pêwîste ku nêzîkbûna wê ya bo tevahîya olan wekhev be, lê mixabîn tew wiha nîne. Li gor Mislimanan em ji sedî yek jî, feydê ji dewletê nabînin,” Tufan got.
Tufan ser sedama vê helwesta dewletê jî disekine û dide zanîn ku dewlet ne tenê ser Mesîhîyên Protestan çewsandinê dike, ser wan hemû olan yên ku ne di rêya Mislimanîyê de ne jî heman givaştinan dike.
“Li hemberî me Mesîhîyên Protestan cudakarîyeke heye, lê dikarim bêjim ku li vî welatî yên ku derveyî Mislimanîyê ne- hemû ol û mezhep- rastî van çewsandin û binpêkirina mafan tên. Em Mesîhîyên Protestan li Tirkîyê nêzî 10 hezaran kes in, lê ji 30 mîlyonî zêdetir Elewî hene, ew jî rastî heman tiştan tên,” Tufan got.
Rapora komeleyê herwiha balê dikşîne ku Protestanên Tirkîyê têra xwe ji bûtçeya sazîya xizmetên olî feyde wernagirin; jiber vê yekê jî di hejmarên erkdarên olî de kêmasî heye.
Protestanên Tirkîyê dibêjin ku divê dewlet bo di vî warî de çareserîyekê ava bike.
Hun dikarin bi lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5
Li Tirkîyê Protestanên Oldar Têne Dersînor Kirin