Navenda Belgekirina Waqfa Mafên Mirov ya Tirkîyê (TÎHV) ragihand ku di nav çar salên dawî de jiber lêketina trimbêlên ser bi sazîyên giştî û hêzên ewlekarîyê 18 kesan jîyanên xwe ji dest dane.
Li gor raporta TÎHV’ê, di nav kesên ku mirine de 9 zarok, yek astengber û yên din jî xort in û temenê navîn in. Di heman demê de 14 zarok û 50 kesên din jî bi lêketina makîneyên zirxîn birîndar bûne.
Raport dîyar dike ku piranîya bûyerên lêketina maşîneyên zirxîn yên resmî li herêmên Kurdan pêk hatine.
Daneyên TÎHV’ê herwiha didin zanîn ku di sala borî (2021) de bi lêketina wesayîtê zirxîn 9 bûyer çêbûne û bi tevahî 6 kes mirine, di nav de jî çar zarok. Herwiha 15 kes jî birîndar bûne, di nav wan de şeş zarok.
Herî dawî di 24 Rêbendanê 2022’yan de li Cizirê wesayîta zirxîn li Abdulgaffar Dayan da, ku temenê wî 23 salî bû. Wî di nexweşaneyê de jîyana xwe ji dest da.
Jiber mirina Dayan, lêdanên otomobîlên zirxîn car din kete rojevê. Dayika Abdulgaffar Dayan, Meryem Dayan bertek nîşan da û got ku bi lêketina wesayîtên zirxîn zarok nemane.
“Her roj zarokên me bi lêketina wesayîtê zirxîn dimirin. Van zarok nehîştin. Mafên wan tune ne ku vê êşê bi mirovan bidin jîyandin. Kurê min gelekî zîrek bû. Bavê wî jî di qezaya kar de jîyan xwe ji dest da. Van kes ji me nehişt. Wesayîtên zirxîn ji kolanan rakêşin,” dayika Abdulgaffar got.
Li gor TÎHV’ê, hejmarên kesên di salên borî de bi wesayîtên zirxîn hatin kuştin û birîndar kirin ev in:
· Di sala 2018’an de 17 bûyer çê bûne, şeş zarok bi tevahî 31 kes birîndar bûne. Herwiha bi tevahî 7 kes mirine, di nav de du zarok û yek astengber.
· Di sala 2019’an de şeş bûyer çêbûye, 3 kes birîndar bûne û bi tevahî 3 kes mirine, di nav de jî zarokek.
· Di sala 2020’an de sê bûyeran de 1 kes birîndar bûye û 2 zarok jî mirine.
· Di sala 2021’an de di 9 bûyeran de bi tevahî 6 kes mirine, di nav de çar zarok. Dîsa di nav de 6 zarok, bi tevahî 15 kes jî birîndar bûne.
Li gor hejmaran, di navbera salên 2018-2022’an de bi lêketina weasayîtên zirxîn 18 kes mirine û 50 kes jî birîndar bûne.
Your browser doesn’t support HTML5
ED_02_02_2022_Mirin_Wesayîtê_Zirxîn