Li Tirkîyê û herêma Kurdan nêzî mehekê berê perwerde destpê kir. Pisporên perwerdê dîyar dikin ku pirsgirêka perwerdeya zimanê zikmakî û sîstema perwerdê gelek kêşe jî di nav xwe de dihewînin.
Aysun Oral
Sekretera Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdê û Zanistî (Egitim-Sen) Aysun Oral dibêje ku ger bi vî awayî bidome Tirkîye dê alîyê perwerdê de ve gelek bi paş bimîne.
“Di vê dema nûjen de li Tirkîyê hê jî beramberî perwerdeya zimanê Kurdî de astengên mezin hene û niha zarokên pênaber yên Sûrî jî rastî van kêşeyan tên.”
Li alîyê din, hin pispor jî sîstema perwerdê kêşebar dibînin û dibêjin ev sîstema ku li Tirkîyê didome jibo zarokan sibêrojeke geşbîn nayîne û wan dixe nav alozîyan.
Gulay Karaoglu
Lêkolîner û şîretvana perwerdê Gulay Karaoglu vê sîstemê rexne dike û dibêje ku ev sîstem vîna zarokan tune dike.
“Zorok nikarin biryara xwe bidin. Jiber ku biryar li gor sîstemê tê dayîn, di encama wê de kesên bi xwe nebawer û ne razî peyda dibin.”
--
Your browser doesn’t support HTML5
ED_10_04_2018_zikmaki