Tugluk: Pengav, Pengava Avakirina Çareserîya Xweserîya Demokratîka Kurdan e

Tugluk: Pengav, Pengava Avakirina Çareserîya Xweserîya Demokratîka Kurdan e

Berenadama serbixwe ya BDP û Hevseroka DTK Aysel Tugluk, di kombûna DTK’ê de dîyar kir ku Tirkîye li ber rewşa xeter de ye.

Kongreya Civaka Demokratîk DTK ji bo xebatên hilbijartinê û rewşa sîyasî binirxînin, îro bi beşdarîya berendamên serbixwe, nunerên sazîyên sivîl, seyda û melleyan li Dîyarbekirê kombûn.

Axaftina destpêkê ki alîyê endama serbixe ya Wan’ê Aysel Tugluk ve hat kirin. Sîyasetvana kurd destnîşan kir ku di vê civînê da ew xwe mebûr hês dike ku behsa encamên şer, pevçûn û kuştinan bike. Tugluk got “Em li ber rewşa xeter da ne. Ez ne reşbîn im lê xwedîyê hesasîyetekî me ku ev hesasîyet, bingeha xwe ji çavderî û hêstan distîne.”

Hevseroka DTK gotinên serokkomar bibîrxist û got “ birêz serokkomar gotibû ‘tiştên xweş dê çêbibin’ lê li ser vê gotinê ew qas wext û zeman derbas bû tişên xweş çênebun. Neha em di qonaxeka xeter da derbas dibin, zimanê min lê nagere ez bêjim lê ez mecbur im bêjim ku tiştên xerab dê biqewimin.” Tugluk got kesên goh didin mesela pirsgirêka kurd , dizanin ku berê vê meselê bi lez ber bi sifiirê ve diçe.

Hevseroka DTK destnîşan kir ku ew dixwazin gelê Tirk ji wan rast fêm bikin û got “ bi emrê dewletê zarokên kurdan tên kuştin.”

Sîyasetvana kurd dîyar kir ku demekî berê, ji bo çareserkirinê pirsgirêka kurd pengaveka nuh destpêkiribû û di vê çarçoveyê da bi serokê PKK Abdullah Ocalanî re hevdîtin pêk dihatin, Tugluk got “ tam jî di pengava ku ji dîyalogê derbasê muzakereyan dibûn, hinek alî mudaxale kirin û disa xwîn û kuştin destpêkirin.”

Berendama serbixwe ya Wan’ê ji bo biryara YSK jî got “ ew der buye sazîyeka îdolojik, bi biryareka fehş, xwestin pêşî li temsîlîyeta demokratîik bigrin. Artêşa Tirk TSK jÎ, li hemberê gerîllayên ku biryara bêçalaktîyêdane, bi çar alî û bi hêzeka mezin, operasyonan pêk tîne. Herî dawî li Dêrsîmê 7 şervan kuştin. Herkes dizane ku dema ku ev bajêr bihêrs be, tu qewet nikare xwe li berê bigre. AKP li hemberê pirsgirêka kurd radibe dibêje ‘ Pirsgirêka kurd tuneye’. Ez dixwazim ji serokwezîr re bêjim ku înkar, serhiladanê geş dike..”

Hevseroka DTK dîyar kir ku kurd her daîm li hemberê her awayê qirkirinê dê tekoşîna xwe dewam bikin. Tugluk destnîşan kir ku Abdullah Ocalan, ji bo rêya çareserîyê bi berpirsîyarî û bi bawerî tevgerîyaye. Tugluk weha dewam kir “ ew gelên ku li ser vê erdnîgarîyê dijîn, ji bo paşerojê, ji bo xeyalên xwe mezcbur in ku bi serbikevin. Belkî dê hê pir bedelên mezin bidin lê em bawer dikin ku emê biser bikevin.

Aysel Tugluk diyar kir neha di merheleyeka dîrokî ya jêneger da ne. Hevseroka TDK got “9 sal in ku kurd tehamul nîşan dan, gelek caran agirbest hatin îlan kirin, ji bo çareserîyê ketin nav lêgerînan., lê birêz serokwezîr û AKP bilî xapandin û tasfîyeyê tu rê nedan pêşîya kurdan”. Tugluk got kurdan êdî qirara xwe dane, êdî sebr û tehamûla kurdan nemaye, çareserî dê bi her awayî pêk were.

Hevseroka DTK got bi dewletê nebe jî êdî gelê kurd xwedîyê wê ferasetê ye ku dikare demokrasîya xwe ava bike û tê de bijî. Tugluk weha dewam kir “Kurd nikarin êdî di rewşa bê sitatu dê bijîn. Weke misir dibe, weke Surî dibe, em nizanin, lê tiştê ku em dizanin, bedêla wî çi dibe bila bibe, ewê kurd statuya xwe bidest bixin. “ Aysel Tugluk da zanîn ku ew di qonaxeka weke Araf’ê da ne û berpirsê vê rewşê jî dewlet û serokwezir e. Sîyasetvana kurd got ku “ bihûşt be jî, dojeh be jî emê bi hev re bijîn”

Hevseroka TDK di dawîya axaftina xwe da dîyar kir ku kurd êdî mecbur in ku çareserîya xwe bi destê ava bikin. Aysel Tugluk gotara xwe weha bidawî anî: “ pengav, pengava avakirina çareserîya xweserîya demokratîk a Kurdan e.”