Sedemên Tundîya Hember Penaberên Sûrî li Enqerê Çi Bûn?

Di şeva 10'ê Tebaxê de de li Enqerê, li taxa Battalgazî ya bajarokê Altindagê di navbera cîwanên Tirk û Sûrî de şer derket.

Di encama tundî û tûjîyê de cîwanekî Tirk hate kêr kirin û ew piştre li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da.

Ev rûdan li Enqerê rewşeke awarte derxist hole û di 11’ê mehê de hin kom li taxên Onder, Sîteler û Batalgazîyê kom bûn û xwestin ku êrîşî ser malên pênaberên Sûrî bikin.

Di alozîya vê derê de nêzîkî 60 dikan rastî êrîşan hatin û camên xanîyên pênaberên Surîyê hatin şikandin.

Tevî ku daxuyanîyên fermî radigihînin ku ew bûyer hatine rawestandin, niha li Enqerê reweşeke awarte dixuye.

Burçak Sel Tufekçî

Komela Cîhan Mala Me Ye demek e dirêj e ku jibo pênaberên Altindagê projeyên civakî amade dike û bi pirsgirêkên wan re eleqeder dibe.

Rêvebira Komela Cîhan Mala Me Ye, Burçak Sel Tufekçî, van bûyeran wek rûdaneke spontane nabîne.

“Deh sal in kin ku li Enqerê rûdaneke wiha neqewimîbû. Tenê di 15'ê Tîrmehê 2016'an, dema derbeyê de hin tişt qewimîbûn, lê ew di vê astê de bûn. Em bi pênaberên Sûrî û Afqanî re di nav pêwendîyê de ne. Ew tundî em xistin nav fikarên mezin û niha hemû malbatên Sûrî jî di nav tirsê de dijîn.”

Piştî bûyerê roja din gelek kes li dewrûberên taxên pênaberên Sûri civîyan û êrîşî malê wan kirin.

Tufekçî bal dikşîne ser civandina van gruban û îdia dike ku ev ne tiştekî bi serê xwe ye.

“Kesên ku wê rojê li wê taxê civîn rûniştivanên wê derê ne yan ji cîhê din hatine? Heta niha ti agahî neketiye destê me. Lê awayê rûdanê wisa dîyar dike ku li dervayê taxê hatine. Xortê ku mir endamekî CHP’ê yê rêxistina Altindagê ye. Em bi rêvebirên CHP’ê peyîvîn, lê ew derbarê vê bûyêrê gelek tiştên ne zelal hene.”

Tufekçî bal dikşine ser bandorên neyênî yên van bûyeran li ser derûnîya pênaberên Surî û Afqanî.

“Di vê bûyerê de rewşa saxlemîya jineke Sûrî ya ducanî, jiber tirsê xirab bû. Lê ji tirsan bi saetan nikare li ambulansê sîwar be. Dîsa ev bûyer pênaberên Afqanî jî xiste nav fikarên mezin. Ev bûyera Altindagê dikarim bêjim ku bûyereke nîjadperestî ye û li tevahîya Enqerê nêzî 250-300 hezar pênaberên Sûrî û Afqanî hene.”

Tufekçî herwiha dibêje ku civaka Enqerê li ser mayîn û çûyîna pênaberan bûye du beş û beşeke mezin dixwazin ku pênaber vegerin welatên xwe.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_13_08_2021_Burçak_Sel_Tufekçî