Derbarê tecrîda li ser Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo rakirina vê tecrîdê biryar girt ku berbi Girtîgeha Îmralîyê ve bimeşin.
Li gorî HDP’ê di pêvajoya çareserîyê de Ocalan roleke girîn girtibû, li ber vî jî rayedarên HDP’ê radigîhînin ku kesê ku azadî, aşitî û demokrasîyê bîne vî welatî Ocalan e.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bal kişand ser tecrîdê û got, “Em jibo çaraserîyê û rakirina tecrîda ser birêz Ocalan dê berbi Îmralîyê ve bimeşin. Jibo ku birêz Ocalan temînata aşitî û azadîyê ye.”
Ocalan ji 15 Şibatê sala 1999’an heta vê demê, 24 sale ku li Girava Îmralîyê di girtîgehê de ye. Ocalan di nav van deman de rastî gelek tecrîtan hat.
Herî dawî malbata Ocalan di 3 Adarê 2020’an da hevdîtina rûbirû çêkiribû. Di 25 Adarê 2021’an de jî li ser telefonê bi malbatê re qise kiribû. Lê ji vî û pêde ti pêwendîyê wî li gel parêzer û malbatê çênebû.
Li ser vî jî parlementerê HDP’ê di 21 Berfanbarê 2022’yan de li pêşîy Wezareta Dadê dest bi çalakîya “Nobeta Dadê” kir û dure jî ev çalakîya xwe di nav Meclîsê dan berdewamkirin.
Parlementerên HDP’ê her roj li nav Meclîsa Tirkîyê, jibo ku balê bikşînîn ser vê tecrîdê, kom dibin û bi daxuyanîyan rakirina vê tecrîdê dixwazin.
Parlementerê HDP’ê Kemal Bûlbûl ji Dengê Amerîkayê re axivî û got, “Heta ev tecrît were rakirin emê jî dê çalakîyên xwe bidomînin.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gûnay jî li ser vê tecrîdê rawestîya û dadîyarkirin ku ewê di 6 Rêşemîyê 2023’yan de dest bi meşeke bikin:
“Jibo dad û çareserîyê emê di 6’ê Şibatê de berbi Grava Îmraliyê bi awayekî xurt û girseyî ji du milan ve bimeşin. Milek wê li Qoserê yê din jî wê li Gewerê destpêbike.”
Gunay helwesta desthilatîyê jî ya di vê tecrîdê de bi tundî rexne kir. Gûnay ragihand ku hikûmeta AKP-MHP’ê bi potîtîkayên dijî hiqûqê dixwazin ku Tirkîyê têxin nav alozîyan.
Berdevka HDP’ê Gunay, bangî hêzên demokratîk û partîyên sîyasî jî kir ku bila li hemberî vê tecrîdê denge xwe bilind bikin:
“Tecrîda Îmralîyê her ku diçe girantir dibe. Li ber vî jî Tirkîye her roj zêdetir radestî faşîmê tête kirin. Em bangê rayagiştî û hemû sazîyên demokratîk dikin bertekên xwe dijî tecrîdê bînin ziman. Em ji gelê xwe jî daxwaz dikin ku bila xwedî li vêna aşîtî, azadî û demokrasîyê derkevin.”
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Deng/Eyyup Demir