Şandeyeke Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li ser vexwandina Wezareta Derve ya Rûsya li wî welatî ne ku danûstandinan ligel karbidestên hikûmetê û partîyên sîyasî bikin.
Di şandeyê de xencî Mislim, Berpirsê PYD yê li Ewropa Abdulselam Mustafa û Nûnerê Fransa Xalid Îsa jî cîh digirin.
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka Xalid Îsa li ser vê serdanê agahîyên girîng dide. Îsa dîyar dike ku Rûsya hevbîr e ku Kurd bi serê xwe li Konferansa Cenevre amade bibin.
Hêjayî gotinê ye ku parlamenterê BDP yê Şirnêxê Hasîp Kaplan ji ser navê partîya çye Moskow ku piştgirî bide şandeya PYD.