Xortên Kurd li Siwîdê namzedên helbijartina

Xortên Kurd li Siwîdê namzedên helbijartina

Jimareka sîyasetvanên xortên Kurd li Siwîdê xwe namzed kirina jibo helbijartinên Parlemanî û civatên şaredariyan kû dê li 19-ê Îlûnê bênkirin. Di hevpeyvînekê de digel Dexîl ê Şemo ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Dr. Şa’ban Mizûrî şarezayê kar û barên sîyasî li Stokholm ê got; pitir xortên ji binemalên mişext û penabera xwe dihavêjin qada sîyasetê. Wî got piranîya Kurdan ketine nav partîyên çep da û eger berbijarên evsal hevkarîyê bikin dê encamên baş bi destve bînin. Dr. Şa’ban Mizûrî bawer diket sê xortên Kurd bên helbijartin bo Parlemanî. Jibo guhdarî kirina hevpeyvînê, fayla dengî kilik bike.