Xwenîşanderên Misirê: Em Daxwaza Azadîyên Xwe Dikin

Xwenîşanderên Misirê: Em Daxwaza Azadîyên Xwe Dikin

Xwenîşanderên Misir dibêjin rewşa wan niha gelekê baştire jiber kû ragihandina cîhanê karbidest tengav kirine. Wajîh Elî Osman xortekê Misirîye û berdewam amadeyî meydana Tehrîr li Qahîre dibit, wî gote Dengê Amerîka, xwenîşanderan azadîya xwe divê û jiwan re paşeroja Serokî ne giringe. Wî ser wesa devhavêt cîgirê serokî Omer Sûlêman û got tiştek nîne tû bêjîyê “miletek ne amadeye ji dimûkirasîyê re.”

Jibo guhdarî kirina raporta Dexîl ê Şemo amadekirî piştî hevpeyvîna digel birêz Wajîh Elî Osman, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hebin, di valahîya xwarê de binivîse.