Yaşar Abdulselamoglu Serdanên Barzanî bo Amerîka û Bulgaristanê Dinirxîne

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi Serokê Bulgaristanê Rosen Plevneliev re xwane dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî vê gavê li Amerîka ye, piştî serdana xwe ya Bulgaristanê. Li ber e birêz Barzanî ligel Serokê Amerîka Barack Obama û cîgirêwî Joe Biden hevdîtinan bike.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, sosyolog û mamosteyê Zanîngeha Sofyayê, Yaşar Abdulselamoglu serdana birêz Barzanî ya Amerîkayê dinirxîne û vê serdana gelek girîng nav dike.

Birêz Abdulselamoglu her wiha serdana Barzanî ya Bulgaristanê jî dinirxîne û dibêje, hatina birêz Barzanî ji alîyê medya û civaka Bulgarî vê pir erênî hate pêşwazî kirin.

Yaşar Abdulselamoglu dîyar dike ku ew hêvîdar e ku bi vê serdanê derfetên nû li nevbera Bulgaristan û Kurdistanê derkevin pêş.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.