Yusif Têmir Behsa Kuştina Leşkerê Kurd Îbrahîm Têmir Dike

Kurd li bajarê Kobanî'yê derdikevin kolanan û Serhildana 12'ê Adarê bibîr tînin. Adar, 12, 2012

Gelek leşkerên Sûrî ji alîyê rejîma Sûrî ve têne kuştin, bi sedama ku fermana kuştina sîvîlan pêk nayînin. Leşkerê Kurd Îbrahîm Têmir jî yek ji wan qûrbanîyan e ku berî çend rojan li Daraa'yê hate kuştin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, pismamê leşkerê kuştî û bizavkarê mafên mirovan Yusif Têmir li bajarokê Dirbesîyê dibêje, Îbrahîm ji alîyê Baasîyan ve hate kuştin, jiber ku wî qebûl nekir ku gule bibarîne ser gelê sîvîl.

Yusif Têmir her wiha dibêje, divê rejîma Sûrî bizane ku bi kuştina xortên Kurd, ew dest jî doza xwe bernadin, lê bi şehîdên wan agirê azadîyê hîn gêştir dibe.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.