Endamên BDP'ê piştgirî didin girtîyên sîyasî ku di greva xwebirçîkirinê de ne. Weranşar, Ruha, Cotmeh 25. 2012
Greva nexwarinê ya girtîyên sîyasî yên Kurd îro geheşte roja 50’yê. Pisporên saxlemîyê balê dikşînin ku îhtîmal e bûyerên mirinê destpê bikin, eger girtî dawî li grevê neyînin.
Nivîskar û weşanger Azad Zal di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de li ser greva birçîbûnê daxife.
Birêz Zal dibêje dewleta Tirk naxwaze rasterast xwe têxe nav vê kêşeyê û dixwaze bi rêkên din ev grev bi dawî were.
Azad Zal herwiha dibêje ku tenê Abdullah Ocalan dikare vê grevê rawestîne. Ew rexne li hikûmete digire ku bi bahaneyan rê li ber awuqatên Ocalan digire ku serdana wî bikin.