Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, zimanzan û nivîskar Baran Rizgar ji alîyê zimanzanîyê li boykot kirina dibistanan li Tirkîyê dinêre.
Birêz Rizgar dibêje, wekî rêbaz boykot biryareke baş e, lê jibo karên vî rengî kar û hazirîyên xûrt hewce ne. Nabe ku meriv di nav hefteyeke de biryareke wusa girîng bide û paşe jî wê yekê jibîr bike.
Baran Rizgar her wiha daxwaz ji sîyasetvanên Kurdan dike ku sîyaseteke hevbeş biafrînin û bi yekdengî daxwazên xwe raberî karbidestên dewletê bikin.
Guhdarên hêja, heku dixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’ a jêrîn klîk bikin.