Li bajarê Mûsil şêrînî di meha Remezanê de weke kevneşopiyek tê naskirin û xwarina şêrîniyê piştî fitarê giring tê dîtin.
Li bajarokê Hemdaniyê yê Deşta Mûsil, hejmarek muzîkjen û çalakvan beşdarî çalakiya belavkirin gulan bi ser xelkê bajêr de bûn û muzîk pêşkeşî wan kirin.
Hersal cejna sersala Aşoriyan li Îraqê ku bi navê Ekîto tê naskirin tê pîrozkirin û îsal li deverdariya Şirgat merasîmên cejnê bi beşdarbûna hejmareke berbiçav ya welatiyan hatin gerandin.
Li Mûsilê bi beşdarbûna muzîkjenên xwecîhî û bîyanî mîhrîcaneke muzîkê hat encamdan
Bo yekem car xêbetgeheke bi navê xêbetgeha ayînan li Mûsilê tê vekirin û tê de hemî ayînên parêzgeha Neynewa kom dibin da ku bêhtir hev ji nêzîk ve nas bikin.
Îsal agirê Newrozê li Mûsilê jî hate hil kirin û Newroz hate pîroz kirin
Li Mûsil berdewam gorên komî yên şerê DAIŞê û tawanên wê rêxistina terorîstî li dij xelkê sivîl tên dîtin û eşkere kirin, di nûtirîn lêgerîn de li aliyê rastê yê bajarê Mûsil gorek din hat dîtin. Agihî: Di Vîdeoyê de perçên hestî û bermayên mirovan hene, yên hestiyar û dilnazik bila temşe nekin.
Li herema Rifai ya Mûsilê ya Îraqê goreke komî ya girêdayî serdema DAIŞ'ê ye hat dîtin.
Her çende qehwe vexwarineke lê jineke ji Mûsilî parçên ciwankarîyê ji dindikên qehwê çêdike û niha bûye jêderê dahatê malbata wê.
Li Mûsilê gelek jin bi neçarî dixebitin û dabara malbatên xwe dikin
Li kargeheke bajarê Mûsilê bêhtirî 10 jinên xwedî pêwîstiyên taybet bi hev re kar dikin. Ew dibêjin kerbûn û lalbûna wan nabin asteng li pêş şiyanên wan.
Şûnwarê ku bi navê Welatê Rojê tê zanîn li başûrê Mûsilê dikeve, di dema DAIŞê de hatibû wêran kirin. Lê niha dîsa piştî çaksazîya wê bi awayekî fermî hate vekirin.
Di dema dawîyê de gelek gerok seredana bajarê Mûsilê dikin ku cîhên dîrokî bibînin/
Di dema DAIŞê de pirtûkxaneya navnedî ya Mûsilê hatibû wêran û talan kirin. Lê bi alîkarîya Programa Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNPD), ev pirtûkxane careke din hate vekirin.
Li Bajarê Mûsilê yê Îraqê ku di encama şerê Daişê de wêran bibû, amadekariyên cejna evîndaran dibin û xelkê bajêr gul û diyariyan ji bo hezkiriyên xwe pêşkêş dikin.
Li bajarê Mûsilê gelek malbatên çekdarên DAIŞ'ê li tenişt rûniştvanên bajêr dijîn, ewên ku rastî zordarîya DAIŞ'ê hatine.
Di encama çend salên şerê DAIŞê de, rewşa jîngeha bajarê Mûsilê ketîye asteke metirsîdar de. Pispor bang li hikûmetê dikin ku hinek gavan jibo parastina jîngeha bajêr bavêje.
Pirtir bar ke