Êrîşên Tirkiyê yên ser herêmên Kurdî li bakur û Rojhilatê Sûrîyê, binesaziya sivîl weke kerta tendirûstî, elektrîk û sotemeniyê bûne armanca êrîşan. Jiber vê yekê rûniştvanên herêmê ji xizmetguzarîyên saxlemîyê bêpar mane.
Bi boneya cejna Krismisê pîrozbahî li Dêra Şivanê Qenc ya Încîlî li penageha Şehba ya bakurê Sûrîyê pêk hat. Di pîrozbahîyê de bi dehan Krîstîyanên Efrînş yên derbider amade bûn, nivêj û nîyazên olî hatin xwendin, herwiha tertîl û mûzîka cejnê ji alîyê koroya dêrê ve hatin pêşkêş kirin.
Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) kongreya xwe ya 4'ê li dar xist, tê de hevserokên nû hatin hilbijartin û guhertin di rêzikname û sazûmanîya meclîsê de çêbûn. Kongreyê herwiha belgeya sîyasî û nexşerêya çareserîya alozîya Sûrîyê erê kir.
Di ser kongireya dawî ya MSD'ê re 5 sal derbaz bûne, ku kongireya 3'yê sala 2018'an li bajarê Tebqayê hatibû lidarxistin.
Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser wê ve, ji sala 2018an ve Efrîn dagir kiriye, ji wê demê ve, rewşa mafên mirov li herêmê serûbin bûye.
Bi sedan derbiderên Efrînî îro Înê li dijî dorpêça girankirî ya rejîma Sûrî ya ser penageha Şehba derketin xwepêşandanê. Xwepêşanderan berê xwe dan bingeha artêşa rejîmê, slogan û pankartên ku dorpêçê şermezar dikin hildan û xwestin ku pêdivîyên jîyanê derbazî herêmê bibin.
Careke din bi hatina zivistanê, rêjîma Sûrî dorpêçeke tund li ser penageha Şehba ferz dike û rê li ber derbazbûna şewitê digire. Ev yek jî jibo xelkê herêmê û derbiderên Efrînî dibe sedema pirsgirêkên jîyanî yên mezin.
Bi boneya 25ê Mijdarê, Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan û di bin Durişmeya (Li Dijî Her Cûreyên Tûndîyê û Dagirkerîyê - Jin Jiyan Azadî), bi hezaran jinên Efrînî yên li penageha Şehba derbider in daketin qadan.
Jinên Efrînî bi di xwepêşandana Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan de bi diruşma 'Jin Jîyan Azadî' û bi pankart û sloganên xwe tundî şermezar kirin
Ji destpêka şerê li Gazayê di navbera Îsraîl û Hamasê de, çavdêr hişyarîyê didin ku gurbûneke leşkerî di qada Sûrî de çêbibe.
Hunermendê Kurd yê navdar Beytocan di çilrojîya mirina wî de li bajarê Kobanê bi çalakîyeke hunerî, hate bibîranîn.
Pirtir bar ke