Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro li Erebistana Siûdî li gel şah Selman kom bû ji bo axaftina li dor kirîza Sûriyê ku Erebistana Siûdî roleke berbiçav tê de heye.
Hikûmeta Sûrî û hevalbendên wê erêkirin li dor dirêjkirineke din a agirbestê ta sibe çarşemê piştî bidawîhatina 72 demjimêran ku îro bidawî hatin.
Wezîrê derve yê Frensa Jean Mark Ayrrault dibêje hêzên hikûmeta Sûrî û hevalbendên wan kampên penaberan, nexweşxane û opozisyona nermerê bombebaran dikin.
Dirêjkirina dema agirbestê li Helebê alîkariya rûniştvanan kir ku vegerin jiyana xwe ya rojane piştî şerekî giran ku di encamê de 300 kes jiyana xwe ji dest dan.
Piştî pênc salan ji romalkirina şerê Sûriyê û bûyerên herêmên Kurdan bi awakî taybet, îro yekşemê malpera Welatî.Net di daxuyaniyekê de rawestana karê xwe ragihand.
Amerîka û Rûsya, berê her aliyekî bi şêweyên xwe yên taybet hewil dan tiştekî bikin li Sûriyê û vaye herdû alî li gel hev jî kar dikin, lê ta roja îro çi çareseriyên diyar û berbiçav nînin.
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro li Cinêvê li gel hevtayê xwe yê Siudî Adil el-Jubêr kom bû ji bo parastina agirbesta Sûriyê ji hilweşandina bi temamî.
Îro yekşemê li Tirkiyê erebeyeke bumbekirî li bingeheke polîs da li bajarê Gazîeytabê, du efserên polîs kuştin û 22 kesên din birîndarkirin.
Wezîrê derve yê Amerîka diçe Cinêvê ji bo axaftinên li dor rewşa Sûriyê piştî destdirêjiya li agirbestê ku Amerîka rejîma Sûrî tawan dike bi hilweşandina wê.
Obama dupat kir ku ew dê serkirdayetiya şer nekin belê tenê dê alîkarî û rahênanê dabîn bikin ji bo hêzên xwecihî.
Piştî şerekî giran di navbera hêzên Kurd û yên rêjîma Sûriyê de li bajarê Qamişlo, ku di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, doh her du alî gihîştin agirbestekê
Serokê tîmê opozisyona Sûrî yê guftûgoyan Riyad Hîjab dibêje wan dîkoment û nerînên zelal divên li dor veguhestina siyasî li Sûriyê.
Ta roja îro tê ragihandin ku derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û jimareke wek wê jî birîndar bûne.
Çekdarên Daiş îro duşemê careke din bajarokê el-Raî li bakurê Sûriyê kontrol kirin pişt çend rojan ji rizgarkirina wî ji aliyê hin gurûpên opozisyona Sûrî ve.
Piştî girtina dergehê sînorî yê Mirşid Pînar di navbera Kobaniyê û Tirkiyê de demekê berê, nirxên pêdiviyên rojane girantir bûn û xelkê bajêr rastî rewşeke aloz hatin.
Polîsê Mekdonî îro yekşemê gazên rondikrêj bi kar anîn di pevçûnan de li dijî derdora 500 koçberên ku hewil dan ji aliyê Yûnanistanê derbasî Mekdonya bin.
Ta kîjan radeyê ev destpêşxerî hevgirtî ye û ne li gor pîvan û daxwazên aliyekî destnîşankirî ye?
Pirtir bar ke