Diya Kawa dibêje ew sedema girtina mêrê xwe nizane û daxwazê ji rêxistinên mirovahî dike ku alkariya wê bikin ji bo berdana Apo.
Wezîrê derve yê Erebistan Siûdî doh şemiyê got divê serokê Sûriyê Beşar el-Esed bi damezrandina desthilata demkî re yekser desthilatê bicîbihêle.
Gelo ev agirbest dikare bibe destpêk ji bo piroseyeke aştiyê ya demdirêj û bingeha çareseriyeke ku hemî alî erêbikin li ser?
Wezîrê derve yê Frensa banga kombûneke lezgîn kir ji bo hêzeke erkan ku çavdêriya agirbestê bike li Sûriyê.
Serokê Amerîka doh di axaftina xwe ya heftane de dupat kir ku çekdarên Daiş êdî li ser erdê kêm dibin û her wiha navçeyên di bin destê wan de li Sûriyê kêm dibin.
Şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê Staffen De Mistura razîbûna xwe ji agirbesta bi piştgiriya Amerîka û Rûsya li Sûriyê anî ziman.
Serokê Sûriyê îro çarşemê di pêwendiyeke telefonî de li gel serokê Rûsya, got ew amadene alîkar bin di cîbecîkirina agirbestê de ku biryare roja şemiyê destpêbike.
Amerîka û Rûsya erê kirin li dor cîbecîkirina “rawestana kiryarên dijminahî” li Sûriyê ku dê roja şemiyê destpêbike.
Serokwezîrê Birêtanya David Kamîron helmeteke çar mehan destpêkir ji bo mayîna Birêtanya di Yekîtiya Ewropî de.
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro yekşemê got ew gihîştin rêkeftineke demkî ji bo agirbestekê li Sûriyê.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu dibêje derbasbûna hêzeke li ser erdê ji bo şerê Daiş li Sûriyê êdî pêwîste bê guftûgokirin.
Parêzgeha Helebê û bi taybetî gundewarê wê yê bakur di van demên dawî de bûye xaleke navendî di şerê Sûriyê de.
Di demekê de ku çavên xelkê Sûriyê li agirbestekê bû civaka navnetewî li Sûriyê pêkbîne, şer li bakurê Helebê gurtir dibe û bêhtirî aliyekî navxweyî, herêmî û navnetewî tevlê dibe.
Bo roja duyem Tirkiyê şûnên di bin destê şervanên Kurd de li bakurê Sûriyê topbaran dike di opereasyonekê de ku hin çavdêr wê wek gurkirina şerekî dibînin ku berê xelkê sivîl bi agirê wî tê sotin.
Bi deh hezaran xelkê sivîl yên ji ber êrîşên esmanî yên Rûsya û rêjîma Sûrî reviyayî, li ser sînor li benda derbasbûna aliyê Tirkiyê ne.
Berî çend rojan 18 girtiyên Kurd ji zîndanên Daiş reviyabûn piştî êrîşeke ezmanî ya Rûsî li ser baregeheke gurûpê li bajarê Babê yê roijhilata parêzgeha Helebê.
Tirkiyê di bin fişareke navnetewî de ye ji bo vekirina sînorê xwe li ber hezaran Sûriyên ku ji ber êrîşên hikûmetê hewil didin derbasî Tirkiyê bin.
Li Istambol polîsê Tirkiyê dibêje wan 8 kes girtin bi gumana qaçaxiya mirovan û wan destê xwe dan ser hin paseportên sexte.
Wezîrê derve yê Rûsya îro dibêje welatê wî dê êrîşên esmanî li Sûriyê ranewestîne ta ku gurûpên terorîst li wir hene.
Serdana Brett McGurk ya Kobaniyê yekem serdana berpirsekî mezinî Amerîkî ye bo Sûriyê ji dema destpêkirin helmeta dijî Daiş di tebaxa sala 2014 an de.
Pirtir bar ke