Anqere dibêje ew bi çi șêweyî napejirîn e ku (PYD) guhertinên demugrafîk li bakurê Sûriyê çêke.
Rizgrabûna bajarê Til Ebyed (Girê Sipî) bi awakî berbiçav bandora xwe da ser herêmên Kurdan, bi taybetî bajarê Kobaniyê.
Li Qamîșlo Êrîșkerekî xwekuj xwe bi navendeka hêzên asayîșê de peqand û di encamê de endamekî asayîșê jiyana xwe ji dest da û çar kesên din jî birîndar bûn.
Di rewșeke wiha aloz de, li welatekî rastî șerekî navxweyî bûye, û di civakek xweparêz de wek civaka Kurd li Sûriyê; jina Kurd dikare çi rolê bilîze?
Pêșketinên Șervanên Kurd û hevalbendên wan li herêma Cizîrê di van demên dawî de diyar û berbiçav in.
Armanc ji vê konferansa du rojan, li gor hatî ragihandin, ew e nêzîkikirina nerîn û helwestên aliyên beșdar.
Kombûna gurûpa 7 hêzên mezin yên cîhanê îroj li Almanya șerê li dijî Daiș guftûgo kir û serok wezîrê Îraq Heyder El-Ebadî lê daxwaza alîkariyên zêdetir kir.
Rêveberiya xweser li Kobaniyê kampek li rojavayê Bajêr bi navê Miștenûr durist kir û dergehên wî bi awakî fermî ji penaberên Kobaniyê yên vedigerin re vekir.
Di dema ku alîgirên (HDP) hewil didin bi zexmeke mezin tevlî hilbijartinên Tirkiyê bibin û rêjeya 10 ji sedî wergirin de, hinek Kurd qet beșdar jî nabin.
Îroj pênșemê çekdarên Daiș gihîștin ber dergehên bajarê Hesekê piștî șerekî giran bi hêzên rêjîma Sûrî re.
Ajansa France Press, li gor berpirsekî Sûrî ku navê xwe diyar nekiribû, ragihand ku 7 hezar șervanên Îraqî û Îranî gihîștin Sûriyê ji bo parastina Dîmeșqa paytext.
Doh sêșemê, wezîrên welatên hevalbendiya navnetewî li dijî Daiș kombûnek li Frensa lidarxistin û têkbirina gurûpa terorîst guftûgo kirin.
Ji dema damezrandina hevpeymaniya Sûrî ve, Kurd beșekî serekîn bûn têde. Wan hewil dan bala welatên mezin û hevparên xwe yên Ereb bikșînin ser doza Kurdî.
li Almanya, komek çalakvanên Kurdên Sûrî di daxuyaniyekê de, damezirandina komelyeke civakî û rewșenbîrî bi navê Hêvî ragihandin.
Li parêzgeha Hesekê, li bêhtirî eniyeke șer șervanên Kurd êrîșên çekdarên Daiș vegerandin û hindek gundên din li Bajarê Serê Kaniyê rizgar kirin.
Berî hefteyekê ji dema hilbijartinên Tirkiyê, rikeberî hîn berdewam e di navbera alî û partiyên beșdar de li welêt.
Hevpeymaniya Opozisyona Sûrî di daxuyaniyekê de partiya Yekîtiya Demuqrat(PYD) tawanbar kir bi kiryarên terorî li parêzgeha Hesekê.
Bi deh hezaran darên zeytûnê li gundên hêrêma Kobaniyê șewitîn, û çi sedemên berbiçav hîn jêre nehatine dîtin.
Kurd wek pêkhateyeke serkîn di Tirkiyê de, rol û beșdarbûna wan di hilbijartinan de bala hemî çavdêr û aliyên siyasî dikșîne.
Pêșveçûnên leșkerî yên Daiș li bajarê Tidmur gelek pirs derxistin holê ji aliyê bicîhîștina bajêr ji aliyê hêzên girêdayî bi rêjîma Esed ve.
Pirtir bar ke