Daiş 217 zarok û kalemêr û pîrejinên Êzdî li parêzgeha Kerkûk azad berdan ku gelek ji wan di rewşeke derûnî ya ne baş de bûn.
Piștî du rojan ji kombûnên rawêjkarî di navbera xwe bi xwe de, îroj hindek kesayetiyên opozisyona Sûrî kombûnekê li gel niwênerên rêjîma Sûrî li Mosko li dardixin.
Berpirsên ENK-S radighînin ku wan pêșmerge li herêma Kurdistana Îraqê hene û dema pêwîstî hebe ewê wan derbasî Kurdistana Sûriyê kin.
Gelo hebûna du alan, ew destpêkeke ku têde Kurd dev ji xewna Kurdistana yekbûyî berdidin? Anjî ew tenê nakokiyên partiyan in?
Di kombûnekê de li Kobaniyê hat pêșniyar kirin ku çend șûnên wêranbûyî neyên avakirin û wek mozexane ji dîrokê re bimînin.
Hilweșandina kenîseyên Mesîhiyan ji aliyê Çekdarên Daiș ve li parêzgeha Hesekê roja yekșemê li gor șîrovekar û calakvanan, tiștekî ne dûrî rêbaza vê gurûpa terorîst e.
Șer li gundewarên Kobaniyê berdewame ji bo paqijkirina navçeyên ku hîn çekdarên Daiș lê hene.
Hindek nakokî di hindirê partiya Demuqrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) de derketin holê ku renge partiyê rastî berçebûnê bikin.
Pereyên ku Amerîka ji dema destpêkirina șerê Sûriyê di sala 2011an de dabîn kirî, digihin nêzîkî 3.7 milyar dolar
Hinek dibêjin nîrên ku tevgera Kurdî têre derbasbûyî û her wiha rêjîmên dictator, nedihîștin çi yekîtî di hindirê vê tevgerê de çê be!
Avakirina hêzeke Erebî ya Hevbeș ew yek ji biryarên sereke yên Kombûna komkara Erebî bû, di derbarê rewșa Yemenê de li Misir.
Piștî Kontrolkirina parêzgeha Idlib ji aliyê gurûpa Cebhet Al- Nusra ve, gelek metirsî derdikevin holê ku rêjîma Esed bajêr û derdora wî bombebaran bike.
Derbaskirina yaseyeka parastinê di Perlemana Tirkiyê de ji bo berferehkirina desthelata polîs, bû cihê nakokiyan. Bi taybetî di navbera hikûmetê û Kurdan de.
Li gor Hozan Îbrahîm, nebûna opozisyoneke yekgirtî bandoreke neyênî da ser rewșa xelkê sivîl ne tenê ji aliyê çekdarî ve, belê li ser asta dabînkirina alîkariyan ji bo wan.
Li gor çalakvanan, penaberên Sûrî li Libnan rastî gelek rewșên asteng û dijwar tên û hin ji wan hewil didin li gel zarokên xwe berê bidin welatên Ewropa.
Deh xalên nameya rêzdar Ebdella Ocelan di derbarê piroseya aștiyê de li Tirkiyê ji aliyê gelek çavdêr û șîrovekaran ve bi erênî hatin xwendin.
Di merasîmên binaxkirina qurbaniyên êrîșên parêzgeha Hesekê de nakokî dîsa derketin holê û bûn cihê dilsariyê
Îroj rewșa Kobaniyê çawaye û gelo xelk dikarin yekser vegerin û bi awakî berdewam li malên xwe bimînin û wan ji nûve ava kin?
Di van demên dawî de gelek xort û keç ji Ewropa û Amerîka û hin welatên din hewil didin di Tirkiyê re derbasî Sûriyê bin da ku tevlî Daiș bin.
Gelek șîrovekar dibînin ku piștî çar salan ji șoreșa Sûriyê baweriya xelkê êdî kêm dibe û ew li çareseriyên kesayetî û taybet digerin.
Pirtir bar ke