Çekdarên DAIȘ hewil didin bi otombêlên bombekirî derbasî nava bajarê Kobaniyê bin û ziyanê bigihînin șervanên Kurd li wir.
Șoreșa xelkê Sûriyê berî çar Salan wekû șoreșeke aștiyane dijî dîktatorî û desthelatdariya partiyekê, lê berê wê hat guhertin ber bi șerekî navxweyî de ku teror jêre bû navnîșan.
Ji derdora 60 welatî, wezîrên derve li paytexta Belçîka Broksil ragihandin ku kuwalisyona navnetewî pêșveçûnên DAIŞ rawestandin e û ew li Îraq û Sûriyê lawaz kirin e.
Hêzên hevbendiya navnetewî li Broksil kongirek li ser asta wezîrên derve li darxistin, ji bo șerê gurûpa Dewleta Îslamî li rojhilata navîn û gefa wê ya li hemî cîhanê.
Rewșa Sûriyê bi awakî berfereh tevlîhev bûye ta radeya ku çi alî an hêz, ne yên herêmî û ne jî yên navnetewî, nikarin çareyekê jêre bibînin.
Hindek kesayetî di opozisyona Sûrî de pêkhateya Kurd bi parastina ecindeyên xwe yên taybet tawanbar dikin û dibêjin, Kurd bi xemsarî bi șoreșa xelkê Sûrî re pêwendîdar bûn.
Avakirina lêvegereke siyasî ew yek ji xalên bingehîn bû di rêkeftina Duhokê de, ku berî demekê di navbera herdû hêzên sereke yên Kurdên Sûriyê TEV-DEM û ENKSê de li herêma kurdistana Iraqê hatibû li darxistin.
Berxwedana șervanên Kurd li Kobaniyê, ne tenê bala dezgehên ragihandinê kișand, bêlê gelek kesên sivîl jî hewil dan ku derbasî hindirê bajêr bin û rewșê ji nêzîk ve bișopînin.
Serokê Tirkiyê berê Ebdella Gûl di axaftineke xwe de got, rêxistina Dewleta Îslamî rêxistineke siyasî ye, ne ayînî ye û çi gefa îdyolojî nade ser Tirkiyê.
Gelek șîrovekar û çavdêrên siyasî dibînin ku Amerîka û welatên rojava bi awakî rijdî naxwazin gurûpa Dewleta Îslamî tune bikin.
Tirkiyê yek ji welatên sereke ye ku destê wê di șerê navxweyî yê Sûriyê de dirêje, ta radeya ku beșdarnebûna wê di terazûya siyasî de li Sûriyê, dergehên çareserkirinê di hemî biwaran de digre.
Şervanên Kurd li gel hezên Pêșmerge û bi alîkariya êrîșên Amerîka û hevalbendên wê, karibûn gelek pêșketinan li Kobaniyê qezenc kin.
Çekdarên Dewleta Îslamî, hewil didin ku bi rengekî ji rengan șerê xwe veguhêzin navçe û bajarên din yên Kurdan.
Tirkiyê mîvandariya bêhtirî milyon nîvek penaberên Sûrî dike û dibêje, ji sala 2011an de, wê 4 milyar Dollar wekû alîkarî xerc kirine, li ser wan penaberan .
Komek Çalakvanên Kurd li Almanya Şanoyek bi navê Birîna Kobaniyê pêşkêş kirin.
Gelek çavdêr dibînin ku rejîma Beșar el-Esed, ji rojên destpêka șoreșa Sûriyê de berî çar salan, hewil da berê șoreșê biguhêre û rengê terorê bide ser.
Șerê Sûriyê ku bû çar salin hîn berdewame, bi milyonan xelkê Sûrî rastî kuștin û zor û zîndan û penaberiyê kiriye, û çi çareserî di asoyên nêzîk de ne diyarin.
Di dema ku șervanên Kurd li bajarê Kobaniyê pêșketinan bi dest dixin de, hindek xelkê sivîl yên penaber hewil didin ku vegerin malên xwe li Kobaniyê, li gel ku rewșa bajêr ne bașe û her tișt wêran bûye.
Redkirina YPG ji bo derbasbûna hêzeke leșkerî ya girêdayî bi encûmena niștimanî ya Kurdî li Sûriyê bo bajarê Kobaniyê, bû cihê nerazîbûna encûmena niștimanî, ku pilan dikir ew jî tevlî șerê dijî Dewleta Îslamî bibe.
Hêzên hevbeș yên ku li Kobaniyê, bi alîkariya kiwalîsyona navnetewî șerê gurûpa Dewleta Îslamî dikin, di van demên dawî de gelek pêșxistin qezenc kirin û hewil didin ku girê Miștenûr yê stratîcî bi tevahî têxin bin kontrola xwe.
Pirtir bar ke