Odeya Bazirganî û Pîşesazîya Amedê jibo ‘Kebaba Cîgerê’ û ‘Kebaba bi Perde ya Cîgerê’ di sala 2020’an da serdanê kir bi aramnca ku li ser Diyarbekir bê qeydkirin. Hate qebûlkirin û digel van herdû cureyan neha 48 xwarin, vexwarin, şêrînayî û tiştên cuda li ser navê Dîyarbekir tescîl bûne.
Zimanzan Zana Farqînî li Amedê beşdarî danasîna bernameya ‘Ferhenga Kurdî-Tirkî’ ya berfirehkirî bû. Farqînî ser rewşa zimanê Kurdî û zextên giran yên asîmîlasyonê jî xema xwe dîyar dike ku Kurdî êdî bûye zimanê kal û pîran û Kurdên ne xwendî.
Hejmarek ji welatiyên bajarê Amed/Diyarbekirê û aligirên HDPê êrîşa ser sivîlan li Zaxo - Îraqê şermezar kir, parlementera HDPê ya Amedê, dersîm Dag daxuyaniya li ser navê HDPê xweand. û polîsan ew dorpêç kirin.
Di roja yekê ya cejna qurbanê de malbat û kes û kartên qurbaniyên doza 'bikerên wan nediyar' û kesên wunda di çalakiya xwe ya 700ê de li ser navê doza Vedat Aydin li Amedê kombûn û daxwaza diyarkirina çarenivîsa sedan wundayiyan kirin.
Li Tirkîyê pêyvajoya rakirina parêzbendîya Hevseroka Giştî ya Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz destpê kir. Komisyona Dadê ya Parlementoya Tirk wê di 17’ê Tîrmehê de biryar bide û wê ji Civata Giştî re bo dengdanê were şandin. DBP li Amedê dijî biryarê daxuyanîyeke da.
Raya giştî vê dozê bi navê ‘’Doza JİTEM'ê ya Dargeçîtê (Kerboran) '' nas dike.
Şêx Saîd û hevalên wî, di salvegera darvekirina wan de li Amedê hatin bîranîn.
Lîsa Çalan derhênera sinemaya Kurd e ku ew yek ji qurbaniyên terora rêxitina DAİŞê ye.Di 5ê Hezîrana 2015an de di mîtînha HDPê ya Amedê de endamek DAİŞê du bombeyan li meydanê danî û paşê teqand. 5 kes mirin, 400 kes birîndar bûn, Lîsa’ya sînemager jî herdû lingên xwe birîndar bû.
Bertekên dijî desteserkirina 20 rojnamevanên Kurd yên li Amedê didomin û sazîyên azadîya ragihandinê demûdest berdana wan rojnemevanan dikin.
Mizgefta Mezin ya Diyarbekirê mizgefta herî kevn e li bajarê Amed/Diyarbekirê. Ew li i Sûrêye, di navbera deriyê Xarpêtê û deriyê Mêrdînê de ye. Ev raport dîroka mizgeftê diyar dike.
Beriya çend rojan di Ajansa Mezopotamyayê de nûçeyek belav bû. Karkerek Kurd ji ajansê re axivî û got di nav xebatên restorasyona avahiya ku di salên 90î de weke bingeha JİTEMÊ dihate naskirin, kar kirîye û dema der û dora avahiyê kolandine hestîyên mirovan dîtine.
20 ji wan rojnamevan, 21 kes roja Çarşemê li Amedê, ji malên xwe hatin desteser kirin. Hemî rojnamevan, xebatkar û rêvebirên JINNEWS, Ajansa Mezopotamya û Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê ne.
Straneke Opêrayê bi Dengê Pervîn Çakar di Konsera Amedê de
Dengbêja Opera ya Kurdî 'Pervîn Çakar' dibêjê wê stiranên Opera li gelek welatên cîhanê pêşkêşkirine lê konserta wê li Amedê gelek taybet bûye.
Pirtir bar ke