Ev du roj in hêzên Asayîş û HSDê di nava kampa Holê de, operasyoneka ewlekarîyê birêve dibin û di encamê de ta amadekirina vê raportê 21 kes hatin girtin û 4 mayîn hatin dîtin.
Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka bi destxistine, di şeva yekê ya oprasyonê de hejmarek berguman ku berpirsên êrîşan in di nava kampê de hatin girtin.
Bi boneya 10 salîya damezrandina Rêveberîya Xweser û bi vexwendina Rêveberîyê, bi hezaran kes li herêma Cizîrê berê xwe dan bajarê Qamişloyê û beşdarî xwepêşandanekê bûn.
Jiber êrîşên Tirkîyê yên ser herêma Kurdên Sûrîyê, 3 stasyonên avê li herêma Qamişlo ji kar derketine û hemwelatî di rewşeke dijwar de jîyanên xwe didomînin.
Tirkiyê dibêje ku hêzên wê bi dehab armancên Kurdan li Îraq û Sûrîyê kirine armanc.
Endamê Desteya Seroktîya PYD, Aldar Xelîl ji Dengê Amerîka re mijarên girîng yên li Bakur û Rojhilata Sûrîyê û Rojhilata Navîn dinirxîne.
Di pêşhateke balkêş de, droneke Tirkîyê xaleke artêşa rêjîma Sûriyê li derdora balafirgeha Qamişloyê, li gundê Debana kir armanc, û di encamê de 5 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Rêveberîya xweser biryara dadgehkirina Daişîyên biyanî daye, lê li gorî gelek şopîneran cîbicîkirina vê birîyarê bi erêkirina koalisyona navnetewî ve girêdayî ye. Lêkolîneka navenda Firatê ronî dide ser vê mijarê.
Îro Yekşemê 14 Çile ji serê sibehê ve, artêşa Tirkîyê bi dronan êrîşên ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê berdewam in, û xaleke Asayîşê û stasiyona elktrîkê li Eyn Îsayê bombebarankir.
Diyardeya perçebûna partîyên kurdên Sûrîyê pir kevin e. Ji sala 1957an ve bêtirî 90 partî û rêxistin çê bûne ku piranîya wan ji hev dabeşbûne. Di van demên dawî de jî partîya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyê ji ber nakokîyan bû du partî.
Tirkîyê Stasyona Ewde Û Zarbe li Tirbespiyê û bendava Başût li Dêrikê bombebaran kirin û Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nivîskî êrîş şermezar kirin.
Li Rojava projeyên vezîvirandî gilêşên plastîk û kartonan zêde bûne. Kargehên vezîvirandina çopê ji bilî parastina jîngehê, herwiha ji rûniştvanên deverê re derfetên kar çêdike
Di nava pirtûkxana zanîngehê de bêtirî 25 hezar pitrûk hene piranîya wan bi zimanê Erebî ne. Rêvebirîya zanîngehê ji bo zêdekirina pirtûkên bi zimanê Kurdî navenda wergerê damezrandîye. Di heyama 3 salan de 30 pitrtûk li wir hatine wergerandin.
Di rêze êrîşên Tirkîyê yên sala bûrî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hejmarek ji wan li derdora girtîgehên ku endamên Daişê lê girtî ne pêk hatin. Karbidestên Rêveberîya Xweser dibêjin di dema wan êrîşan de girtîyên Daişê amadekariyên revê dikirin.
Vîdyografîkek Li Ser Hin Bûyerên Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Di sala 2023an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarek bûyerên siyasî û leşkerî yên girîng rû dan. Zana Omer vîdyografîkek li ser hin bûyeran amade kiriye.
Êrîşên Tirkîyê yên ser bendên kontirolê li herêmên kurdên Sûrîyê dibin sedema ku ewlekarîya bajaran rastî têkçûnê bê, li gor hin rûniştvanên Qamişloyê ku dibêjin ew bi tirs in Daiş sûdê ji van êrîşan werbigire û teqînan pêk bîne.
Rêvebirîya Xweser dîyar dike ku bêtirî 1,100,000 derbider ji herêmên bin kontrola rejîmê hatine herêmên bin kontrola wê. Ew derbider ji bangên rejîma Sûrî ya jibo vegera ne bawer in.
Li Bazara Qamişlo piranîya kirîn û firotin bi dolara Amerîkî tên kirin, Bazirgan vê yekê vedigerînên têkçûna lîraya Sûrî ya hember diravên bîyanî.
Jiber rewşa aborî ya xerab, rejîma Sûriyê rûbirûyê dîyadeya îstifayên girseyî yên karmendên hikûmetê dibe. Pispor dibêjin welatên biyanî yên weke Îran û Rûsya sûdê ji wê yek digirin.
Pirtir bar ke