Li herêmên Kurdên Sûriyê, Rêvebirîya Xweser bi rêya sê navendan perwerdeya zarokên DAIŞ’ê dike. Li gor rayedarên Kurdên Sûrîyê, êrîşên Tirkiyê aramiyê têk dibe û dibe sedema astengiyan ji bo projeyê.
Hizniya Osman li bajarokê Çilaxa yê rojhilatê Qamîşloyê, mala xwe kiriye mozexaneyeke alavên Kurdî yên kevin. Xanim Hizniya ta niha nêzîk 1500 alavên folklorî berhev kirine, lê buhabûn dibe astengiyek ji bo wê.
Sazîyên sivîl yên girêdayê Rêveberîya Xweser li herêmên Kurdên Sûrîyê dest bi pirojeyên piştgiriyê ji bo malbatên hejar kirine. Heqî yek ji wan kesên ku pişgirîya abûrî wergirt û dest bi pirojeya xwe kiriye.
Felek û Sîdar du keçên 17 salî ne Ji Qamişloyê ne, ew lîstikvanên şetrencê ne, di roja cîhanî ya şetrencê de Felek hêvî dike ku li ser asta cîhanê beşdarî pêşbazîyan bibe û nûnertiya herêma xwe bike.
Du xuşk li navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku wekî dawîtirîn pispor û hostayên ristina merşên Kurdî yên kevnare tên nasîn. Ew dibêjin ku karê wan sivik bûye jiber belavbûna merş û mafûrên nûjen.
Li bazara bajarê Qamişlo gelek markeyên cîhanî yên navdar tên dîtin, di nav de jî xwaringeha KFC ya Amerîkî. Ma gelo ev marke rast in yan sexte ne? Dengê Amerîka ev diyarde vekolîn kiriye.
Li herêma kurdên Sûrîyê rêxistinên civaka sivîl ji bo piştgirîya ciwanan û pêşxistina şiyanên wan, hewl didin ku bandorên şer li ser wan kêm bikin. Navenda geşepêdana ciwanan ya girêdayî Rêvebriya xweser li Bakur û Rojhilata Sûriyê, perwerdeyên cihêreng ji ciwanare pêşkêş dike.
Welatiyên Sûrî nêzî 12 salane di nav şer de dijîn, yên herî ziyan pêketî zarok in, jiber hejarî û kêmderametiyê gelek malbat li herêmên Kurdan li wî welatî zarokên xwe bo debara jiyanê dişînin karkeriyê û diyardeya zarokên karker di havînê de zêde bûye.
Ji ber zêdebûna diyardeya bahozên tozê, Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî derbarê encamên neyênî yên vê diyardeyê û bandorên wê li ser jîngeh û mirovan hişîyarî dide. Li bakur û rojhilatê Sûriyê jî bi hatina havînê, bahozên tozê zêde dibin, bi taybetî li navçeyên başûrê Hesekê heya Dêrazorê û Reqayê.
Pirsa zarokên DAIŞê yên li kamp û navendên perwrdehiyê yên li bakur û rojhilata sûriyê mîna bi hezaran girtiyê Daîşê, bûye mijareke Kurdên Sûrîyê û siberoja wan û metrisya wan li ser herêmê dê çi be?
Piştî sarbûn û bêdengiyeke dirêj di proseya diyaloga navbera kurdên Sûriyê de, fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demoqratîk HSDê Mezlûm Ebdî careke din bang li partîyên kurdên Sûrîyê kir ku dîyalogê dest pê bikin.
Ji dema ku Tirkîyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûrîyê bajar û deverên Serêkanîyê di sala 2019 an de kontirol kirine ve, av ji ser 1.5 milyon niştecihên parêzgeha Hesekê hatiye birrîn û bûye sedema ku Hesekê bibe bajarekî tî û ziwa.
Çîroka hindabûna welatîyên Sûrî Rebiyî Hesen yek ji hezaran çîrokên xemgîn û bi êş yên şerê dirêj yê navxweyî Sûrîyê ye. Ew berî 10 salan li bajarê Reqa hinda bûye û heta niha çarenivîsa wî nediyare. Raporta Zana Omer ji herêmê zêdetir roniyê dixe ser windahiyên şerê li Sûriyê.
Pirtir bar ke