Li bajarê Hesekê di encama êrîşeke dronî de karmendek li gel leşkerên Amerîkî hate kuştin û 5 serbaz û karmendên din ên Amerîkayê jî birîndar bûn. Amerîka dibêje ev êrîş ji aliyê komên Îranî ve hatiye kirin, ji ber vê yekê, bi fermana serokê Amerîkayê, artêşa wî welatî bersîva êrîşê da.
Di demên dawî de DAIŞ'ê careke din aktîf dibe û hin pispor wê yekê bi erdhejên 6'ê Sîbatê ve girêdidin jiber ku mijûlbûna cîhanê bi erdhejê derfetên nû ji wê koma tundrê re çêkirine.
Îsal êvariya Newrozê li Herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dadana agir, cilên kurdî û govendê di nava tedbîên ewlekariyê de pêkhat.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja Înê di daxuyaniyekê de ragihand ku di encama ketina du helîkopteran de, 9 endamên Yekîneyên Antî Terorê YAT, ku hêzên taybet yên HSDê ne, canê xwe ji dest dane, di nav wan de serfermandarê YATê Şervan Kobanê.
Ev 12 sal in bi ser destpêkirina serhildana gelên Sûrîyê re derbas dibin, partîyên kurdên Sûrîyê bawer dikin ku şerê navxweyî li Sûrîyê hêjî berdewam e, asoyên çareserîyê ne dîyar in.
19 sal bi ser serhildana 12 adarê li Sûrîyê derbas dibin, Kêfo Osman ku li stadyuma Qamişlo bû û şahidê wê rojê bû, dibêje li girtîgeha Hesekê kurd rastî êşkencê dihatin.
Muzîkjen û Hunermend Brahîm Şêxo di salvegera 34an ya koça dawî ya bavê xwe, hunermendê naskirî Mihemed Şêxo tevlî bernama "Kurd Connection" bû û pirsên derbarê huner û jiyana M. Şêxo bersivandin.
9ê Adarê, 34 saliya koça dawî ya hunermendê kurd yê navdar Mihemed Şêxo ye, Hunermendê navdar yek ji sitûnên hunera kurdî ya nûjen bû, di demekê de ku dengê wî sînor nasnedikirin, û her cihekî ku kurd lê hebûn guhadriya stiran û awazên wî dikirin.
Evîn Cûm'a ev 11 sal in, di warê mafê mirovan û jinana de kar dike, ew li rastî gelek astengîyan tê, tevî vê yekê ew bawer dike ku tenê jin dikare alîkarîya jinan bike.
Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran jin di Roja Cîhanî ya Jinan de li herêmên cûda meşiyan, bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî çalakiyên 8ê Adarê pêkanîn û daxwaza maf û azadiya jinê kirin.
Minîfa Ezzo derbidera ji Serêkaniyê ye, tevî 9 kesan ji malbata xwe niha li jêr konekî ku ti pêdiviyên jiyanê tê de nînin dijîn. Ev çar sal in kilîta xaniyê xwe parastiye, bi hêviya ku ew rojekê vegere û careke din deriyê mala xwe veke.
Hin welatên ereban vegerandina peywendîyan bi rêjîma Sûrîyê re dipejirînîn, lê heya niha ev yek pêknehatîye, rêveberê çavdêrîya sûrîyê ya mafê mirovan dibêje ku Îran wê kelemek sereke be li pêş vê yekê.
Pîvanên avahîyan li herêmên kurdên Sûrîyê li gorî standartên hikûmeta Şamê ye, piştî erdheja 6 meha Şibatê 2023ê. Komîteyek ji endezîyarên avahîsazîyê rewşa avahîyan li Qamişlo ava kirin û niraxanidnan encam didin.
Dawrîn Darî ku niha mamostaye li Zanîngeha Rojava, pêşî wî bi zimanê kurdî ne dinivîsand lê niha ew xwendina xwe ya di warê zimanê kurdî de pêktîne û pêş dixe.
Li gorî pisporan, piştî erdheja ku li Tirkiyê û Sûriyê qewimî, DAIŞê derfetek ewlehî dît ku çalakiyên xwe xurt bike û êrîşan li Sûriyê pêk bîne.
Pirtir bar ke