Di vê raportê de rewşa dawî ya dîyaloga Kurdên Rojava û nêrînên her du alîyan heye
Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Pêncşemê 10 zarokên ji malbatên DAIŞê radestî hikûmeta Rûsya kirin. Moskowê heta niha 254 zarok ji Sûrîyê veguhastine Rûsya.
Salihê Heydo di temenê xwe yê 65 salî de 76 pirtûkên cûrbicûr bi zimanê Kurdî nivîsandine. Ew niha Mamosteyê Wêjeya Kurdî ya Kilasîk e, li zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo.
Civaka Krîstiyan li bakur û rojhilatê Sûriyê dijîn li herêmên cûda pêşwazî li cejna rabûna hezretê Mesîh kirin û li bajarê Qamîşl cejna El Qiyamah (Easter)ê pîroz kirin.
Krîza di navbera Rêjîma Sûrî ji hêlekê û Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ji hêlekê din de, hîn bi dawî nehatiye.
Li ser dirêjahiya şerê navxweyî yê Sûrîyê Hevpeymaniya opiszyonê û Rêvebriya Xweser di gelek mijaran de nakok in û şer di navbera wan de derdikeve. Vê dawiyê hin agahî hene li dor diyalogekê di navbera herdu aliyan de.
Di encama wê topbarana Tirkiyê û çekdarên opisizyonêb de, bi sedan niştecihên wê deverê gundên xwe vala kirin û derbiderî herêmên bi ewle bûn.
Li Qamişlo û Hesekê bizaveke nû ya bi navê Pêngava Hevalên Jîngehê tê rêvebirin û armanca wê xurtkirina paqijî û çanda parastina jîngehê ye
Krîza aborî jîyana derbideran li kampa Waşokanî dijwartir kiriye ku nêzî 5 hezar malbat li wê derê dimînin. Hin malbat hewil didin ku gîyayên dora kampê bicivînin û wek xwarinê bixwin.
Hijmareke baş ji ciwanan ji keç û xortan çîrok, helbest, roman û şano jî dinivîsînin. Jiber wilo pêşbirk û festîvl jî jibo wêjeya ciwanan têne lidarxistin û dezgehên taybet jibo wan hatine vekirin.
Li bakur û rojhilatê Sûrîyê û li gorî zagonên Rêvebriya Xweser mavê jinan weke yê mêra ne di hemû qadan de lê belê di warê saxlemiyê de gelek şert û merc bandorê li ser rewşa saxlemiya jinan dikin.
Yek ji xwarinên taybet û balkêş di meha remezanê de li Qamîşlo Marûkin. Di vê meha pîroz de, berî dema fitarê tevgera kirîn û firotina Marûkan xurt dibe. Li bajarê Qamişlo gelek kargehên çêkirina marûkan hatine vekirin
Ev çend roj in li Qamişlo di navbera şaredarîya bajêr û xwedîyên firoşgehan de nakokî derketîye holê. Nakokî di encama biryara şaredarîyê ya zêdekirina kirîya firşgehan de ye. Niha ew biryar hat rawestandin.
Qamişloyî gazînan ji bazirganan dikin, lê bazirgan jî dibêjin rê hatine girtin û peydakirina berhemên xwecîhî jî gelek kêm bûye.
Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê dibêje ku lêkolîna ser êrîşê berdewam dike.
Nêzî 40 sal in ku 4 tîmên voleybolê li bajarê Qamişlo ketine nava pêşbirkekê de û navê Newroz li dewreya vê lîstikê kirin
Pirtir bar ke