Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Tatlises Emelîyateka Pir Giran Derbas Kiriye û Metirsîya Mirinê hê jî Berdewam e”


Îbrahim Tatlises.
Îbrahim Tatlises.

Hunermend Îbrahîm Tatlises, şevê dinê di saet 00.00'an de piştî pêşkêşkirina bernameya xwe ya hefteyî "Îbo Şov” ê ya Beyaz TV'yê de rastê êrîşeke çekdarî ya giran hat.

Hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises û alîkara wî Buket Çakici, ji alîyê kesên ku nasnameyên wan ne dîyar in, rastê êrîşê hatin û bi giranî birîndar bûn. Piştî êrîşê hunermend û alîkara wî rakirin nexweşxaneya Acıbadem a Maslakê.

Hekîmê Nexweşxaneya Acıbademê Çaglar Çuhadaroglu, daxûyakirin ku guleyekî ji rexê çepê, li pişta serê Tatlises ketîye û di pêşiyê re derketiye. Herwiha gelek hestîyên serê wî ji ber derba gulê hatine şikestin.

Hunermend heta saet 05:00’an sê caran emelîyat kirin. Çuhadaroglu da zanîn ku di mêjîyê hunermed da xesareka mezin çêbûye û birîna wî vekirîye. Çaglar Çuhadaroglu destnîşan kir ku dema ku hunermend emeliyat kirine, rexê wî yê çepê felcî bûye lê bi îhtîmaleka mezin, dibe ku ev derb bibe egera felcê di rexekî laşê hunermend de. Li gor daxuyanîyên doxtorên hunermend emelîyateka pir giran derbas kiriye û metirsîya mirinê hê jî berdewam e. Dixtor dê hunermend 24 saetan di xewê de bihêlin û bi bi tomografîyan rewşa wî kontrol bikin.

Li gor îddîayê Derhênerê Weşana Kral Tv Mehmet Akbay, îhtîmal heye ku êrîş, ji aliyê hevkarên hunermend yên li Herêma Kurdistanê ve hatibe tertîp kirin.

Walîyê îstanbolê Huseyîn Avnî Mutlu, di derbarê êrîşê da daxûyakirin ku 11 gule li ser hunermend û alîkara wî hatiye reşandin û 4 heb li wan ketine. Mutlu da zanîn ku hê jî ne dîyar e ku êrîş ji alîyê kî ve hatîye rastkirin.

XS
SM
MD
LG