Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Tatlises Rastî Êrîşeke Çekdarî Hat


Îbrahim Tatlises
Îbrahim Tatlises

Hunermendê navdar Îbrahîm Talises şeva Yekşembî li Stenbolê rastî êrîşeke çekdarî hat û rewşa wî ya saxlemîyê pir xirab e.

Tê ragihandin, Îbrahîm Talises piştî pêşkêş kirina bernameya xwe ya hefteyî “Îbo Şov” ya di Beyaz TV de, li Stenbolê rastî êrîşeke giran hatiye û mejîya wî zîyaneke mezin dîtîye.

Dezgehên ragihandinê dibêjin birêz Tatlises di emelîyatê da ye û metirsîya mirinê heye.

Di êrîşê de alîkara Tatlises jî bi giranî birîndar bûye.

Karbidestên ewlehîyê dibêjin, hîn ne dîyar e sedema êrîşê çi ye û ew xebatê xwe didomînin ku êrîşvanên birêz Tatlises bigirin.

Doktorên wî jî dibêjin hîn zû ye ku derheqa saxlemîya wî agahdarî bidin.

XS
SM
MD
LG