Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban-ki Moon gote Serokê Sûrî Beşar El Esed ku ew dil teng bûye li ser raportên ku dibêjin hêzên parastina hikûmetê zorîyeke tund bikar anîye, dijî hemwelatîyan û zêdegavîyên li ser mafên mirovan berdewam in.
Rêzdar Ban roja Çarşemê bi telefonê ligel rêzdar Esed axifî, ku wî jî gotî kiryarên leşkerî û polîsan bi dûmahî hatine.
Peyîvdarekî Sekerterê Giştî yê NY got, birêz Ban berdewam e li ser daxwaza xwe ku vekolîneke serbixwe li ser zêdegaviya bête kirin û Sûrîye hevkarîyê ligel ofîsa mafên mirovan ya NY bike.
Biryare evro ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî guhê xwe bide serokê raspêrîya mafên mirovan ya NY, Navi Pillay ku reng e ji civatê bixaze da pirsa zêdegavîya li Sûrîyê were pêş Dadgeha Navnetewî ya Gunehkarîyên Cengî.