Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Salih Daxuyanîya Obama Dinirxîne


Xwepêşandereke jin di xwenîşandaneke dijî Beşar Esed de bi wêneya wî fotoxraf dikşîne. Stenbol, Hezîran, 24, 2011
Xwepêşandereke jin di xwenîşandaneke dijî Beşar Esed de bi wêneya wî fotoxraf dikşîne. Stenbol, Hezîran, 24, 2011

Li vê demê ku rejîma Sûrî eciqandin û tepeserkirina xwe didomîne, dewletên cîhanê jî nerazîbûnên xwe zêde dikin.

Serokê Amerîka Barack Obama îro daxuyanîyeke nivîskî weşand û tê de daxwaza karvekêşana Serokê Sûrî Beşar El Esed kir û “êrîşên hovane yên dijî sîvîlan” bi tundî şermezar kir.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Cîgirê Sekreterê Partîya Yekîtîya Kurdî li Sûrîyê, Hesen Salih dibêje, daxuyanîyên cîhanê çi Kurd be, çi Ereb û çi jî Asûrî, gelê hemî Sûrîyê xweş kir jiber ku rejîma Sûrî hemwelatîyên xwe êşkence dike û dikuje.

Birêz Salih her wiha dibêje, ew pêşbînî dike ku xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed di rojên were de hîn ji zêde bin çimkî bawerîya gel bi rejîmê re nemaye.

Kerem kin bi xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG