Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Biro: Civaka Navneteweyî Pênasînê Bi Opozîsyoneke Parçebûyî li Sûrîyê Nake


Di demekê de ku plana Annan ya aştîyê li Sûrîyê dom dike, asta tundûtûjîyê jî bilindtir dibe. Di heman demê de hêzên opozîsyonê heta niha bê helwesteke yekbûyî dimîne. Ev yek bandorê li helwesta civaka navnetewî dike, hember Sûrîyê bi giştî û opozîsyonê bi taybetî.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Îbrahîm Biro, endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, dibêje, tirsa civaka navneteweyî ew e ku hêzên Îslamî yên opozîsyonê werin ser desthilatê, jiber wê yekê cîhan du dil e ku bi cidî piştgirîya opozîsyona Sûrîyê bike.

Birêz Biro her wisa dide zanîn, daxuyanîyên serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrîyê, Burhan Xelyon, derbarê Kurdan dibin sedema ku opozîsyon her parçebûyî bimîne.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG