Li vê demê ku çavdêrên N.Y. li Sûrîyê ne, hêzên hikûmeta Beşar Esed êrîşên xwe li dijî deverên bin kontrola opozîsyonê tundtir dikin.
Bi alîyekî din ve, xuya dibe ku zelalîyeke opozîsyona Sûrî li hember kêmanîyên wî welatî tuneye. Serokê Civata Niştîmanî ya Sûrî Burhan Xelyon ji rojnameya Rûdaw'ê re gotîye ku li Sûrîyê herêmekê bi navê Kurdistan tuneye.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Mustefa Reşîd dibêje, opozîsyona Sûrî di du beşên girîng pêk tê.Civata Niştîmanî ya di bin seroktîya Burhan Xelyon de, helwesteke neyênî li dijî Kurdan heye û ferqa wan bi rejîma heyî re tuneye. Lê, gruba din ya opozîsyonê, Komîteya Kordînasyonê xwedîyê helwesteke baştir e û ew pênasîna bi hebûna Kurdan û mafên wan dike.
Mustefa Reşîd her wiha dibêje, sîstema kantonan ya wekî li Swîsreyê dikane bibe modelekê baş ji Sûrîyê re.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.