Rêberê Lîbyayî Muammer Qaddafî, Osama Bîn Ladîn û terorîstên El Qayde gunehbar kir jiber xwepêşandanên dijî hikûmeta wî.
Di gotara xwe telefonî de ku di televîzyonê hate weşandin, Qaddafî îro Pêncşemê got, hêzên El Qayde dermanên bêhişker dane xortên Lîbyayî ku li dijî desthilatê rabin ser pîyan.
Muammer Qaddafî got, divê kesên bi mejîyeke biçûk jî tevli wan xwepêşandanan nebin. Wî daxwaz ji dêûbavan kir ku zarokên xwe kontrol bikin û li malê bihêlin.
Birêz Qaddafî, her wiha sersaxîya xwe pêşkêş kir jibo wan kesên ku di xwepêşandan û serhildanan de hatine kuştin.
Gotara Qaddafî di demeke wiha de hat ku tund û tûjîya navbêra hêzên girêdayî Qaddafî û yên dijî hikûmetê berdewam dike.
Dîdevan dibêjin, şer û pevçûnên Pencşemê li bajarê Misrata yê 200 kîlometre li rojhilata paytaxt Trablusê qewimîn, ku xwenîşander dibêjin wan sêyemîn bajarê Lîbyayê xistine bin kontrola xwe.