Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Hikûmeta Lîbyayê Şermezar Dike


Di gotara xwe ya derheqa Lîbyayê de, Serok Obama got: "Divê Tund û Tûjî Rawiste". Qesra Sipî, 23/02//11.
Di gotara xwe ya derheqa Lîbyayê de, Serok Obama got: "Divê Tund û Tûjî Rawiste". Qesra Sipî, 23/02//11.

Serokê Amerîka Barack Obama dibêje, tund û tûjîya li Lîbyayê zêdegavî (îhlal) li ser pîvanên navnetewî dike û wî ferman daye tîma xwe ya ewlekarîya netewî ku derbarê vê krîzê “hemi bijareyên berdest” amade bike.

Rêzdar Obama, di gotara xwe ya li Qesra Sipî de, îro Çarşemê got, tiştekî “pêdivî ye ku hemi netewên cîhanê bi yekdengî bipeyîvin” li dijî hovitîya çekdarên mîlîs û piştevanên rêberê Lîbyayî Muamer Qaddafi ku li hember gelê sîvîl dimeşînin.

Serok Obama, di gotara xwe ya yekê ya li ser kêşeya Lîbyayê de got, êş û xûnrijadina li Lîbyayê hovane ye û ti car nayê qebûl kirin.

Birêz Obama got, bazara mafên mirovan yên gerdûnî nabin û divê her kes rêzê li wan mafana bigire. Wî got, ew Wezîra Derve Hillary Clinton’ê dişîne Geneva’yê jibo danûstandinên navnetewî yên sekinandina eciqandina xwepêşandanên Lîbyayê.

Kerem kin teksta gotara Serok Barack Obama ya derheqa Lîbyayê bixwînin:

“Di destpêkê de em hemi tiştên pêdivî dikin ku Amerîkîyan biparezin. Jibo min tiştê herî girîng ev e . Me bang li hemwelatîyên xwe yên li Lîbyayê kir ku ji wî welatî derkevin û Wezareta Derve jî alîkarîya wan kesan hewcedar dike.

Divê, hemî Amerîkî spasîya raberî karmendên me yên xizmetên derveyî û keç û kurên me yên li balyozxane û konsulxaneyên seranser cîhanê bikin, jibo xebata wan ya agîdî û merxasî. Ew gîş berpirsîya welatê me û nirxên wê yên herî baş dikin.

Niha, li vê demê ku bi serhildan û xwepêşandanên girseyî li herêmê derbaz dibe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka prensîbên serekî ji xwe re kirîye rêber.Ew prensîbên me li Lîbyayê jî heman rengî ne. Wekî min li hefteya borî jî got, em bi tundî û tûjîya ku li Lîbyayê kar tê, bi xurtî şermezar dikin.

Gelê Amerîkî sersaxîya xwe ya ji dil pêşkêşî malbat û hezkirîyên wan kesên kuştî û birîndar dike. Êş û xûnrijadina li Lîbyayê hovane ye û ti car nayê qebûl kirin. Her wiha, gef û fermanên gule barandina ser xwenîşanderên aştîyane û ceza kirina wan jî bi ti awayî nayên qebûl kirin. Divê ev tundî û şîddet raweste.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka bi hêzdarî piştgirîya mafên gerdûnî yên gelê Lîbyayê dike. Bê guman, mafê rêkxistina aştîyane, azadîya axaftinê û biryardana çarenivîsa xwe jî di nav wan mafan da ne. Ew gîş mafê mirovan in û bazara wan nabe. Divê, hemî welatên dinê rêzê li wan mafana bigirin. Nabê kesek bi rîya zordarî û tund û tûjî rê li ber wan mafana bigire.

Di rewşeke wusa de tiştekî pêdivî ye ku hemi netewên cîhanê bi yekdengî bipeyîvin. Do Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî bi yekdengî biryar da û peyameke zelal ku tê de tund û tûjîya Lîbyayê sermezar kir. Civata Ewlehîyê her wiha dîyar ki ku ew dê wan kesên sûcdar li hember kiryarên xwe berpirs bibîne û hevgirtina gelê Lîbyayê bike.

Heman peyam bi rîya Yekîtîya Ewrupa, Yekîtîya Ereb, Yekîtîya Efrîqa, Rêxistina Konferansa Îslamî û bi rîya gelek dewletên din hatine şandin. Bakur û başûr, rojhilat û rojava dengên xwe dikine yek û dijî zordarî û sîtemkarî radibin û piştgirîya mafên gelê Lîbyayê dikin.

Min ji rêvebirîya xwe xwest ku li jibo bersîvdana vê arîşeyê “hemi bijareyên berdest” amade bike. Girîng e ku hemî pêngavên ku Amerîka bavêje bi hevkarî û qayîlbûna hevkar û hevalbendên me werine avêtin…

Wekî tevahîya hikûmetên cîhanê, berpirsîya hikûmeta Lîbyayê jî heye ku ji tund û tûjîyê dûr bisekine, rê bide alîkarîya mirovahîyê ku bigeheje wan kesên hewcedar û rêzê li mafên hemwelatîyên xwe bigire. Heku ew berpirsîyên xwe bicîh neyîne, dive li hember kiryarên xwe berpirs were dîtin û bi encamên zêdegavîyên berdewam yên mafên mirovan re rû bi rû bimîne.

Ev kêşe, ne tenê xem û fikara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye. Dinya gîş temaşe dike û emê hemî alîkarîya xwe bi civata navnetewî re bicîh bînin. Loma, Ez û Wezîra Derve Clinton daxwaz ji Alîkarê Wezîra Derve yê Karên Sîyasî, Bill Burns kir ku serêdana çend welatên Ewrupa û herêmê bike da ku derbarê rewşa Lîbyayê bi heval û hevkarên me bişewire.

Bi zelalî bêjim. Guherîna ku li seranser herêmê çêdibin bi hêz û daxwaza gelê herêmê diqewimin. Ev guherîn ne bi encama karê Amerîka yan welatekî din e. Ev guherîn daxwazên xûrt yên mirovên herêmê nîşan dide ku ji xwe re jîyaneke baştir dixwazin.

Wekî Lîbyayîyek gotîbû, “Em dixwazin ku bikanibin mîna mirovan bijîn.” Tiştê serekî ku guherînê pêşve dibe ev e. Û di vê serdema guherînê re, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka dê berdewam rabe ser pîyan jibo azadî, dadwerî û rûmeta hemî mirovahîyê.

Pir pir spas.

XS
SM
MD
LG