Hêzên Sûrî Tepeserkirina Xwepêşanderan Didomînin

Xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed îro jî li kolanên Sûrîyê ne.

Hêzên ewlekarîyê yên Sûrî, li dijî xwepêşandern guleyên rastîn û gazên îsotê bikar tînîn ku îro Înîyê li seranser welat derketine kolanan.

Dîdevan û bizavkar dibêjin, hêzên hikûmetê teqe li xwepêşandarên li bajarl Daraa kir ku wan ji hev belav bike.

Ajansa Associated Press ji zarê karbidestan radigîhîne, leşkerên Sûrî li bajarê Latqîya gule barandin ser xwepêşanderan û bi kêmî ve, 1 kes kuşt.

Bi hezaran Sûrî piştî nimêja Înîyê rijîn kuçe û kolanan ku berdewam giwaştinê li ser Beşar Esed bikin ku desthilatê bihêle.

Hikûmeta Sûrî eciqandin û tepeserkirina xwe yên li ser xswepêşandaran li wan rojên dawî zêdetir kirîye.

Roja Pêncşemê bizavkaran ragihandibû ku hêzên ewlekarîyê li bajarê Der El Zour teqe li xwepêşandran kir û 2 sîvîl kuştin,

Berevankarên mafên mirovan dibêjin, hêzên hikûmetê di tepeserkirina li nav çar mehên borî de, bi kêmî ve, 1.600 kes kuştin.