Piştî ku hikûmeta Tirkîyê biryar da ku dersên bijartî yên Kurdî li dibistanan were fêr kirin, Kurd ji di nav xwe de gotûbêjan dikin ku helwesteke çawa ji vê biryarê re nîşan bidin.
Berî çend rojan pirtûka dersa Kurdî jî hate amade kirin û bi rêya malpera wezaretê ji xwendkaran tê belav kirin.
Hinek ji Kurdan balê dikşînin ku dersên bijartî yên Kurdî derfetekê girîng e ku divê Kurd bi karîgerî bikar bînin.
Lê, lêkolêr Hasan Qazî dijî vê biryarê derdikeve û dibêje, divê hikûmet perwerdeya bi zimanê wan yê dayikê bide zarokên Kurd.
Birêz Qazî dibêje, dibe ku dersên bijartî yên Kurdî jibo Tirkan tiştekî baş be, lê ji Kurdan re ti feyde wê tune.
Hasan Qazî herwiha dibêje, pirsa zimanê Kurdî beşeke pirsa Kurdî ya sîyasî ye û nabe ku ji wê were cihê kirin.