Mamed Salih Xelîl Helwesta Welatên Kendavê ya Ser Sûrîyê Dinirxîne

Gelek şîkerên sîyasî dibêjin, helwesta Yekîtîya Ereb taybetî jî welatên Kendavê di paşeroja kêşeya Sûrî de wê roleke girîng bilîze. Tê gotin, Amerîka tenê eger welatên Ereb û Tirkîye biryara operasyoneke leşkerî bidin, piştgirîya wê bizavê bike.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Serokê Civata Kurdî ya Dubaî’yê li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Mamed Salih Xelîl behsa helwesta welatên Kendavê dike.

Birêz Xelîl dibêje, li welatên Kandavê du helwestên cihê hene. Helwesta yekê ev e ku divê ew çek bidin Artêşa Azad ya Sûrî da ku çerê rejîmê bike. Helwesta duyê jî rêbazên dîplomatîk e jiber ku gelek ditirsin ku piştî rejîma Esed Birayên Misilman were ser desthilatê.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.