Di demeke de ku kiryarên hovanê yên rejîma Sûrî berdewam dikin, Serokê Amerîkayê Barack
Obama do Çarşemê biryara danana cezayên nû da, li ser Serokê Sûrîyê Beşar Esed û 6 karbidestên din yên bilind.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar Merwan Osman biryara Serok Barack Obama ya cezayên nû dinirixîne.
Birêz Osman dibêje, biryar di cîh da ye lê gelek dereng maye. Eger hêzên mezin di destpêka xwepêşandanan de biryarên vî rengî wergirtana, hîngê kuştinên rejîma Sûrî jî pêk nedihatin.
Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.