Îro 15’ê Adarê, salvegera yekê ya serhildana li Sûrîyê ye. Heta niha, li gorî agahîyên Neteweyên Yekbûyî 7.500 kes di şer û pevçûnan de hatine kuştin.
Her wiha gelek kesên din jî ji alîyê hikûmeta Beşar Esed ve hatine êşkence kirin. Gelek pispor rewşa heyî ya li Sûrîyê wekî şerê navxweyî nav dikin û balê dikşnin ku ev rewşa hayî dikane bi salan berdewam bike.
Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar Salih Cefer rewşa Sûrîyê şîrove dike dibeje, heta ku berjewendîyên Çîn û Rûsyayê bi yên Rojavayê re nebin yek, çareserîyeke jibo krîza Sûrî ne pêkan e.
Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.