Rewşa Saxlemîya Îbrahîm Tatlises Baştir e

Hunermendê dengxweş Îbrahîm Tatlises di konserteke sala 2008an de li nav hezkirîyên xwe ye

Piştî êrişa çekdarî ya roja Yekşemê, rewşa saxlemîya hunermendê navdar Îbrahîm Tatlises ber bi başbûnê ve diçe. Doktorên wî îro Pêncşemê dibêjin, xetera mirinê pir hindik bûye û ew destbi axaftinê kirîye.

Her wiha tê ragihandin, doktorê endama Kongresa Amerîkî Gabrielle Giffords, Dr. Michael Lemole jî jibo tedawîya Îbo tê Stenbolê.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevanê Kurd Salih Turan derheqa rewşa niha ya hunermend Tatlises pêzanînên dawî dide.

Birêz Turan dibêje, rewşa Îbo baştir dibe û êrîşvanên wî jî hatine girtin.

Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.