Serhildayên Lîbyayî Qumandarekî Nû Destnîşan Dikin

Darbesta serqumandarê serhildayan, Abdul Fettah Yunis li ser milên piştevanên wî tê bilind kirin. Bîngazî, Tîrmeh 29, 2011

Serokê Civata Demkî ya Netewî ya Lîbyayê (CDN) ferman da hemî çekdarên serhilda ku çekên xwe berdin û bikevin bin kontrola wê, piştî ku serqumandarê wê hate kuştin.

Mustafa Abdul Celîl ev biryar do Şemîyê ragihand piştî ku serqumandarê leşkerî Abdul Fettah Yunis û du alîkarên wîroja Pênçemê li Bîngazî hatibûn teqe lê kirin û kuştin.

Qumandarê navdar, berî ku tev li serhildayan bibe yek jî zilamên herî nêzîk ê rêberê Lîbyayî Muamer Qezafî bû. Serokê Civata Demkî ya Netewî Mustafa Abdul Celîl haşa kir ku dibe ku Yunis jiber gumana xiyanetê hatibe kuştin.

CDN dibêje, wê komîtek ava kiriye ku vekolîna kuştina Yunis bike û çend kes girêdayî kuştina wî hatine girtin.

Civata Demkî ya Netewî her wiha dide zanîn ku wê Suleyman Mahmud El Obeydî wekî serqumandarê demkî destnîşan kirîye.