Serok Obama: Gelê Sûrîyê Wêrekîya xwe Nîşan Da

Qîzeke Sûrî li ber balyozxneya Sûrî ya li Ammanê beştarî li xwepêşandana dijî Beşar Esed dike. Gulan 15, 2011

Di gotara xwe ya li ser Rojhilata Navîn de, Serok Obama bi berfirehî li ser Sûrîyê peyîvî. Serok Obama rastexwe ji Serokê Sûrîyê Beşar Esed re axîfî û got, “Ya pêşangîya guherînê bike, yan jî li pêş rêya guherînê derkeve”.

Serok Barack Obama wiha berdewam kir:

“Li şûna ku guh bide daxwazîya gelê xwe, rejîma Sûrî rêya qirkirin û binçavkirina gelê sîvîl bijart. Welatên Yekbûyî yên Amerîka van kiryarana şermezar kirin û bi hevkarîya civata navnetewî me ceza û toleyên aborî li hember rejîma Sûrî danan, ku Serok Beşar El Esed jî nav de ye.

Gelê Sûrî wêrekîya xwe nîşan da û daxwaza guherîn û demokrasîyê dike. Divê Serok Esed rêya xwe bijêre: Ew dixwaze rêberîya guherînê bike, yan xwe ji pêşîya daxwazên guherînê paşve bikşîne?

Divê hikûmeta Sûrî dest ji gulebarandina gelê sîvîl berde û rê li ber xwepêşandanên aşîtîyane veke, girtîyên sîyasî azad bike, dawî li binçavkirinên kefyî berde û destûr bide çavdêrên sîyasî ku xwe bigehînin bajarên wek Daraa û rewşa heyî di cîhê de bibînin.

Rejîma Sûrî divê jibo guherîneke demokratîk û pêşveçûnê dest bi dîyalogê bike. Heku ne, rejîma Serok Esed dê li hindûrê welat rûberî dijberên xwe be û li derva jî rûbirûyê tenê mayînê be.

Heta niha Sûrîye, Îranê ji xwe re kir mînak û ji Tehranê alîkarî werdigire ku çawa xwepêşandanan bieciqîne. Ev yek jî durûtîya Îranê nîşan dide ku dibêje, ew piştevanîya xwepêşandanên li dervayê dike, lê bi xwe jî gelê xwe serkut dike.”