Her sal 15’e Cotmehê Roja Ewlekarîyê û Korên Gopalên Spî yên Dinyayê tête pîrozkirin. Di vê rojê de ku "roja koran" tê naskirin, li Enqerê di navbera Tîma Futbolcîyên Kor yên Şaredarîya Çankayayê û Tîma Futbolcîyên Jin ya Kluba Werzîşî ya Mengu de pêşbirka dostanîyê hate çêkirin.
Deh balyozên li Enqerê jibo çalakvanê mafên mirov Osman Kavala banga serbest berdanê kirin.
Mecilsa Jinan ya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê li Enqerê Xebata jibo Jinên Astengber lidarxist.
Şanoyên Enqerê piştî axiftina Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Enqerê Mansûr Yavaş perdên xwe ji gel re vekirin. Salek û nîv zêdetire ku li Enqerê perdeyên hemû şanoyan girtî bûn. Yektîya Çêkerên Şanoyê li Enqerê di rojên çûyî de bi festivaleke şanoyê perdên xwe ji temaşevanan re vekirin.
Rojnamevan Kenan Kirkaya li Tirkiyê, yek ji dehan rojnamevanên li Tirkiyê tên dadgehkirin û girtin, dadgeh dibêje ewê pirtûka wî bişewitînin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di rojên borî de gumaneke xiste rojevê û ragihand ku di rojên dahatû de dibe ku kuştinê sîyasî bibin. Ev gotinên Kiliçdaroglu ana li Tirkiyê di nav partîyên opozîsyonê de jî têne gotûbêjkirin.
Li gorî statîstîkên Platforma Rawestandina Kuştina Jinê li Tirkiyê di meha Îlona 2021an de di bûyerên cûda de 45 jin hatine kuştin.
Wênekeş Mehmet Ozer, di salên borî de li Enqerê pêşengehek bi navê “Muzexaneya Şermîyê” vekiribû.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 35’êmîn sala xwe de li Enqerê 20’emîn Kongreya Xwe ya Asayî durist kir. Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn di Kongreyê de ragihan ku di vê pêvajoyê de çewsandineke mezin li ser wan heye.
Serokê Giştî yê Partîya Memleket Muharrem Înce dibêje, li Tirkiyê 40 sale pirsgirêka Kurd heye divê bi rêyên aştiyane were çareser kirin.
Peyvdara Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebrû Gunay, di civîna preskonferansa hefteyî de li ser hilbijardinan li Iraqê rawestîya.
Li Tirkiyê lîderên 6 partiyên opozisyon di nava liv û tevgerê de ne, da ku sistema serokatiyê ya niha li Tirkiyê bi serokatiya Serokomar Erdogan heyî, veguhêzin sistema parlementeriyê ya bihêz. Jibo vê armancê dîdaran encam didin.
Di parlemena Tirkiyê de wergera zimanan hate danîn wergera zimanên weke Îngilizî, Erebî, Rûsî û Fransî hatin danîn, lê wergera Kurdî nîne.
Duşemîya Cotmehê ya yekemîn her sal wek Roja Avasazîya Dinyayê tê pîrozkirin. Baska Enqererê ya Jura Avasazîyê jî bo vê rojê, rojnamevanên ku li ser avasazîyên Enqerê nûçê çêkirine hatin xelat kirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di rojên borî de ragihandibû ku ewê pirsgirêka Kurd li Meclîsê bi HDP’ê re çereser bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di gotarekê de pêş parlementa Tirkîyê behsa pirsgirêka Kurd kir û got ku pirsgirêka Kurd ji alîyê wan ve hatîye çareser kirin.
Başaran got ku kesên ku li ser jinan tundîyê dikin tenê % 45 ji wan têne cezakirin û yên din têne berdan
HDP'ê bi civîneke girseyî stratejîya xwe ya nû ya derbarê tifaq û hevbendîyên hilbijartinê ji bîragiştî re eşkere kir
Li Enqerê Hefteya Tevgera Yekîtîya Ewrupa, bi hevkarîya Delegasyona Yekîtîya Ewrupa û Şaredarîya Bajarê Mezin ya Enqerê destpê kir.
Di vê dozê de Hevserokên HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û îigen Yuksekdag jî tê de, 108 kes têne darizandin
Pirtir bar ke