Mislim ku li Tirkiyê dimîne, behsa helwesta Tirkiyê di vê derabrê de kir û got ew, di bin fişara hêzên mezin de, neçare operasyonê bipejirîne.
Artêşa Sûriyê berdewame di pêşketinên xwe de li parêzgeha Reqqa yê, bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya, li gor çavdêriya Sûrî ya mafê mirov.
Rizgarkirina parêzgeha Reqqa ta kîjan astê girînge ji bo Kurdan?
Serokê desteya bilind a guftûgoyan a opozisyona Sûrî Mihemed Elûş posta xwe bicîhîşt û sedema biryara xwe vegerand bo têkçûna axaftinên Cinêvê di encamdana guhestineke siyasî de.
Kontrolkirina Daiş a dawî bo navçeya derdora Mari û Ezazê li bakurê Helebê hîşt ku 160 hezar xelkê sivî dorpêçkirî bimîne di navbera wan navçeyan û sînorê Tirkiyê de.
Wezareta Berevaniya Amerîka got bi hezaran endamên QSD tevlî vê operasyonê dibin bi piştgiriya êrîşên esmanî yên hevalbendiya navnetewî.
Serdana Votel ta kîjan astê dikare helmeta rizgarkirina herêmê ji Daiş pêşbixe û gelo tawanên opozisyonê ta çi radeyê di cihê xwe de ne.
Îro duşemê zîncire teqînên ciyawaz li du bajarên Sûrî yên li qeraxa deryayê rûdan û di encamê de bêhtirî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.
Doh şemiyê peyvdarekî Daiş banga alîgirên xwe kir li Ewrupa û Amerîka da êrîşan li dijî xelkê sivîl yê wan welatan pêkbîn in, eger wan nikaribû biçin Sûriyê û Îraqê ji bo tevlêbûna şer.
Serkirdeyê komandariya navendî ya Amerîka Joseph Votel, doh şemiyê derdora 11 demjimêran li Sûriyê derbas kir.
Gurûpa navnetewî ya piştgiriya Sûriyê di kombûnên xwe yên Viyenna de têk çû û negihîşt çi rêkeftinan ji bo vekirina rê li pêş vejandina axaftinên Cinêvê ku niha hatine rawestan.
Wezîrên derve yên welatên mezin yên cîhanê îro li Vîyenna kombûn ji bo dîtina çareseriyekê ji bo rewşa aloz a Sûriyê wek amadekarî ji axaftinên Cinêvê re.
Li gor hin raportan hêzên Tirkiyê beşdarî hevalbendiya navnetewî bûn di operasyoneka leşkerî de dijî Daiş li bakurê Helebê û di encamê de wan 27 çekdarên Daiş kuştin.
Hikûmeta Fedralî ya Almanya pêşbîniya wê yekê dike di pênc salên bê de 106 milyar dolar xerc bike ji bo piştgiriya penaberan li Almanya.
Pirtir bar ke