Piroseya aștiyê li Tirkiyê ji nișkave bidawî hat piștî ku PKK berpirsiyariya xwe ragihand li dor kuștina du efserên polîs û hêzên Tirkiyê jî bi êrîșên esmanî vegerand li ser baregehên PKK.
Hêzên leșkerî yên Tirkiyê êrîșên esmanî birin ser baregehên partiya Karkerên Kurdistan (PKK).
Șervanên Kurd û hevalbendên wan di odeya Volkana Furat de, bi alîkariya koalîsyona navnetewî, derbas bûn nav bajarokê Sirînê ku bi 40 km li bașûrê bajarê Kobaniyê dikeve.
Opozisyona Erebî li Sûriyê carcaran metirsiyên xwe derdibirin li dor avakirina hin navçeyên serbixwe li bakurê welat ji aliyê PYDê û hevalbendên wê ve.
Li Sûriyê 5 salên șer bêhtirî 200 hezar kes kuștin û bi milyonan xelk derbeder kirin.
Ger Daiș di pișt vê teqînê de be, ewê ji bo Tirkiyê bê çi wateyê?
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ragihand ku çekdarên Daiș meha borî çekên kîmawî dijî șervanên Kurd li rojhilata Hesekê bikar anîn.
Rêxistina Biratî ya Mafê Mirov raportek li dor komkujiya Kobaniyê amade kir ku tê de ronî dide ser nîrên ku çekdarên Daiș derbasî bajêr bûyî.
Gelo derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ta kîjan astê pêwîstî bi rêkeftinekê heye û eger bê rêkeftin derbas bin, gelo dê șerekî birakujî bibe?
Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov îroj ragihand ku balafirên șer yên Koalîsyona navnetewî di êrîșekê de li ser Daiș li parêzgeha Reqqa yê 11 çekdar kuștin.
Li herdu aliyên sînor di navbera Kobaniyê û Tirkiyê de liveke çalakdar a penaberan heye. Hin ji penaberan hewil didin derbasî aliyê Tirkiyê bin û hinjî vedigerin bajêr.
Neteweyên Yekgirtî dibêje 7.6 milyon sivîl di hindirê Sûriyê de bêșûn û war in û 4 milyon kes, ji ber șer reviyane derve.
Hêzên Asayîșê li Hesekê șaneke nêhênî ya çekdarên Daiș dorpêç kirin ku hewil dida karekî terorîst li bajêr bike, lê endamên wê reviyan û ji aliyê Asayîșê ve nehatin girtin.
Di demekê de ku hemwelatiyên Kurd bêhtirî pêkhateyên din rastî terora Daiş dibin, partiyên Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) li nakokiyên xwe vedigerin.
Ev bû demeke behsa derbasûbûna Pêșmergeyên Rojava bo Sûriyê dibe ku cihê nakokiyê ye di navbera (TEV-DEM) û (ENK-S)de.
Li bajarokê Sirînê yê girêdayî bi Kobaniyê ve, șer di navbera hêza volkana Ferat û Daiș de berdewam e.
Gurûpek çekdarên Daiș roja Pêncșemê berbangê derbasî Kobaniyê bûn û bi sedan xelkê sivîl kuștin û birîndar kirin.
Jimarek kurdên Sûriyê li Libnan xwepêșandanek li Beyrûtê li dar xistin û bi durișm û siloganan, piștgiriya xwe bo Kobaniyê û Hesekê nîșan dan.
Piștî sê rojan ji êrîșa terorîst a Daiș li ser Bajarê Kobaniyê û kuștina bi sedan xelkê sivîl li wir, rewșa bajêr arame û hemwelatî vegeriyan malên xwe.
Têkçûna Daiș li Girê Sipî û derdora wê gelek pirs û riyaksyon derxistin holê ji gelek aliyan ve.
Pirtir bar ke