Eger guftûgo riya tek û tenê ye ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî; çima opozisyonê ew ji demên seretayî ve erê nekir?
Piștî lidarxistina kongirê 11mîn û ne amadebûna hin serkirdeyên wê, nakokiyên Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê(el-Partî), li gor hin çavdêran, gihîștine asta perçebûnê.
Kontrolkirina bajarê Cisir el-Șixûr ji aliyê serhidêrên Sûrî ve, li gor hin çalakvanên siyasî, metirsiyeke rijdî li ser rêjîma Sûrî disepîne.
Piștî derbasbûna çekdarên Daiș bo sê gundên rojavayê Kobaniyê, gundek ji bin destê Daiș hat rizgarkirin.
Di demekê de ku șer li Sûriyê her berdewame û civaka navnetewî çi nerînên diyar nînin di derbarê rewșa Sûrî de, aliyên siyasî yên Sûrî jî bi hewestên ciyawaz vê rewșê șîrove dikin.
Kurdên Sûriyê, li gor hin çavdêran gihîștine cihekî vala ji rêkeftinê. Têkçûna lêvegera siyasî jî nimûneya herî dawî ye di vê derbarê de.
Nameya serokê herêma Kurdistana Îraqê rêzdar Mesûd Barzanî ya berî çend rojan ji bo parleman, hikûmet û aliyên Siyasî yên herêmê, gelek pirsiyar derxistin holê.
Gelo rojnamegeriya Kurdî bi giștî ketiye bin bandora rojnamegeriya partî û rêxistinên siyasî? Rola partîtiyê çi bû di nebûna rojnamegeriyeke Kurdî ya serbixwe de?
Îroj, 22 meha Nîsanê, roja Rojnamegeriya Kurdî ye ku vedigere sala 1898an, dema belavbûna yekemîn rojname bi navê Kurdistan li paytexta Misir, Qahîra.
Ji dema ku șerê Sûriyê dest pêbûyî berî bêhtirî çar salan, behsa hebûna hêzeke Pêșmergeyên Rojava dibe, lê ta roja îro hîn tiștekî diyar nîne.
Li gor hin agahî, di sala 2015an de derdora 1500 kes di nav ava derya sipî de jiyana xwe ji dest dan.
Piștî rizgarbûna Kobaniyê û vegera birek xelk bo mal û warên xwe, babeta ku hindek șûn ji bajêr wek mozexane bimînin derket holê
Hêzeka pêșmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku rahênana xwe ya leșkerî li herêma Kurdisytana Îraqê werdigre, pilan dike derbasî rojavayê Kurdistanê be.
Her çendî hêviyên mezin nebûn li dor kongirê Mosko di derbarê rewșa Sûriyê de, lê encamên wî hin aliyên opozisyonê bi awakî ne pêşbîn dilgiran kirin.
Di nivîsên xwe de, nivîskarên Kurd ta kîjan astê dikarin xwe ji helwestên siyasî û nerîn teng rizgar kin?
Rojnameya Huffington Post di gotarekê de bal kișand ser pêșbîniya hevalbendiyekê di navbera Erebistana Siûdî û Tirlkiyê de ji bo rûxandina rêjîma Sûrî.
Li gundewarên Kobaniyê şer berdewame di navbera Șervanên Kurd û Artêșa Azad ji alîkî ve û çekdarên Daiș ji alîkî din ve.
Mislim dibêje, di konferansa Moskow de careke din eşkere bû ku nîyeta Esad ya çareserîyeke sîyasî tune û ew hîn jî dixwaze welêt bû zordarî û kuştinkarî rêve bibe
Encûmena niștimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENK-S) di kombûnên Mosko de beșdar nebû û ew wekû lîstikekê ji aliyê Rêjîmên Rûsya û Sûriyê de anîn ziman.
Hewildan ji Hin aliyan ve dibin ku civata parastinê gunehkariyên Daiș li Herêmê derbas ke dadgeha navnetewî ya gunehkariyan.
Pirtir bar ke