Cudakirina niwênerên sê partiyan û bi navkirina sê niwênerên serbixwe ji aliyê ENKSê de ji bo levegera siyasî ya Kurdên Sûriyê, hin nakokî di hindirê ENKSê de derxistin holê ku renge bandora xwe li ser levegerê û rêkeftina Duhok hebe di demên pêșde.
Gelek kes û malbat ji penaberên Kobaniyê xwe amade dikin ji bo vegerê, lê nebûna hokarên jiyanê û wêraniya berfereh a bajêr dibe bend li pêș hewil û pilanên wan.
Di kombûnekê de li bajarê Qamîșlo sê partiyên Kurd li Sûriyê, daxuyaniyek derxistin û tê de biryara cudakirina wan ji ENKSê red kirin
Komîta lêpirsînê ya ku hatî damezrandin di hindirê encûmena niștimanî ya Kurdî de li Sûriyê, biryar da ku sê partî gunehkarin di dayîna dengên xwe de bo TEV-DEMê.
Di damezrandina lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê de, gelek nakokî di navbera hin aliyên girêdayî bi Encûmena Niștimanî ya Kurdî ve derketin holê, li dor hilbijartina wan șeș kesên derveyî Encûmen û TEV-DEMê
Nerazîbûn û riyaksyonên cûrbecûr derketin holê, di derbarê nebûna niwênerên ENKSê yên herêmên Efrîn û Kobaniyê di lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê de.
Li beramber ziyanên diyar yên șerê Kobaniyê, ziyanên ne diyar hene ku gelek alî û kes wan nadin pêș çavan, anjî bi kêmanî ew li șûn dimînin û nûçeyên serkeftin û têkçûnên leșkeri li ser erdê bêhtir tên șopandin.
Hevserokê partiya PYD Salih Mislim daxwaza lîpirsînekê kir di derbarê pêwendiyên Tirkiyê de li gel DAIȘ. Di dema ku serok wezîrê Tirkiyê gotibû, Tirkiyê çi pêwendî bi gurûpa Dewleta Îslamî re nînin.
Gelek çavdêr û șîrovekar dibînin ku șerê Kobaniyê pilankirî ye ji aliyê gelek hêzên herêmî û navnetewî de. Ew dibêjin, hin dixwazin DAIȘ li Kobnaiyê tune bikin û hin jî dixwazin PKKê tune bikin.
Kombûna herdû aliyên sereke yên Kurdên Sûriyê li bajarê Qamișlo her șeș kesên derveyî herdû çarçoweyan hilbijartin û bi vî rengî lêvegera siyasî 30 endamên xwe bi nav dike.
Lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê, nûnerên du herêmên sereke jê hatin dûrxistin. Civatên xwecihî yên herêmên Efrîn û Kobaniyê di ENKSê de, ev durxistina han red kirin û wek têkçûnekê ji vê lêvegerê re anîn ziman.
Çekdarekî piştgirê DAIŞ, jimareke xelkê sivîl wekû barimte girtin, li navçeya Martin Place a bajarê Sydney li Australia. Û hêzên asayîșa bajêr avahî dorpêç kirin e.
Ji nav biryarên ku di kombûna lêvegera siyasiya Kurdên Sûriyê de hatî standin, avakirina du komîtan ji bo danûstandina li gel rêveberiya heyî li herêmên Kurdan û hêzên YPG.
Li gel wêranî û xerabûna bingehîn a Kobaniyê di șerê bi DAIȘ re, ew rastî têkçûneka civakî hat ku di dîroka kurdan de wiha nebûye.
Gelek çavdêran pêșbîniya wê yekê dikir ku bi gihîștina hêzên Pêșmergeyên herêma Kurdistana Îraqê re bo Kobaniyê, wê șervanên Kurd karibin DAIȘ têk bibin.
Komek çalakvanên Kobaniyê di daxuyaniyekê de sazkirina desteyeke serbixwe ji bo dubare avakirina Kobaniyê ragihandin.
Gelek çalakvan û çavdêr, welatên Kendava Erebî tawanbar dikin bi piștgiriya gurûpa terorîst a Dewleta Îslamî ku gefê dide ser gelek welatên herêmê û cîhanê bi tevahî.
Dirêjbûna şer li Kobaniyê li gor gelek șîrovekaran ew pilaneke ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê, ji bo tunekirina DAIȘ li Kobaniyê piștî ku hate vala kirin ji xelkê sivîl.
Nebûna pilaneke destnîșankirî ji aliyê civata navnetewî de ji bo çareseriyê, û her wiha nebûna opozisyoneke yekgirtî ku karibe niwêneratiya xelkê Sûrî bike, hîştin ku şerê Sûriyê Dirêj bibe.
Piștî derbasbûna demeke dirêj li ser nakokiyan di navbera partiyên Encûmena Niștimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS de, Wan di kombûnekê de li bajarê Qamișlo 12 niwênerên xwe bi nav kirin.
Pirtir bar ke