Di 2011 an tevî birîyarnama 49an ya taybet bi dana mafê hemwelatîyê ji bo kesên heta niha bê nasanme ne, lê hînjî derdora 150 hezar kes bê nasname mane. Rêjîma Sûrîyê bazirganîya nasnamê dike, ku bi rêya perên zêde nasnamê difroşe Mektûman.
Bo şermezarkiirna êrîşên ser rojnamevanan, Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan ya Netweyên Yekgirtî (NY)ê ya li Qamişloyê li dar xist û bi dehan rojnamevan beşdar bûn.
Li Sûrîyê bi giştî li ser destê giropên çekdar, kêmpêkahtên olî û netewî di nava şerê navxweyî de li rastî tûndîyê hatin ku hînjî ev tûndî û encamên wê berdewam in, mînka wê jî Asûrî û Êzîdîyên herêma Serêkanîyê û Tiltemirê ne.
Li herêmên kurdên Sûrîyê mafê jinan di mîrasê de weke şermek civakî tê nirxandin, civaka sivîl û rêveberîya xweser hewl didin ku vê rewşê biguherînin û jin mafê xwe wek mêr di mîrasê de bidest bixe.
Li gorî Rêveberiya Çandiniyê û Avadenê, rûbera 4 milyon donim genimê avî û 3 milyon donim yê bejî hatine çandin.
Şopîner bawer dikin ku tektîka şerê Tirkîyê dijî kurdên Sûrîyê hatîye guhertin.
Li kampa waşokanî nêzîkî 8 hezar zarok hene, rewşa malbatên wan ya xizaniyê dibe sedem ku piranîya wan zarokan berê xwe bidin kar, di encam de dîyardeya zarokên karker li kampan zêde bibe.
Navenda ragihadina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de kuştina rêberekî DAIŞê yê payebilind li bajarê Reqayê ragihad.
Huda Îd derbidera ji Serêkanîyê ye li kampa Waşokanî dimîne, hezkirina xwe ya neqişkirina ser caw veguherî kar û alîkarîya malbata xwe dike, bi tenten û neqişan konê xwe bedew kir ye.
Li bajarê Hesekê 4 rojin nakokî di navbera êla El Cibûr û milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rêjîma Sûriyê rûdane.
Nisrîn Eli ya 60 salî, yek ji derbidera serêkanîyê ye, li gel malbata kurê xwe li Hesekê dijîn, ew yek ji hezaran rûniştvanên parêzgeha heskeê yên ku bi derdê bêaviyê dijîn, bi taybet di kampên koçberiyê de û di vê havîna herî germ de.
Kirîza avê li Hesekê berdewam e û ava paqij ji alîyê Tirkîyê ve hatîye birîn. Ji ber vexwarina ava ne paqij, nexweşî belav dibin, bi taybetî di nava zarokan de. Di meha 7an de, tenê li nexweşxaneyekê 400 zarok ji ber nexweşîyên ava nepaqij hatin dermankirin.
Bandora ava ne paqij pir xerab e û rojane bi dehan serîlêdana nexweşxaneyan dikin, ku piranîya nexweşan zarok in.
Di çalakiyê de koma Yekta Herekol û Koma Feraşîn a Meclisa Malbatên Şehîdan, Koma Ava Mezin berhemên xwe nîşandan ku nêzî 200 zarok di şaneyan de lîstin.
Di şerê navxweyî de li Sûrîyê, bi hezaran windahî hene, xizmên windayan li hêvîya naskirina çarenûsa wan in. piştî birîyara UN ya damezrandina sazîyek taybet ji bo windayên di nava şerê Sûrîyê de, malbatên windayan bi hêvî ne çarenûsa wan zelal bibe.
Ev 5 sali in, krîza avê li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet li parêzgeha Hesekê dom dike. Piştî ku Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî yên bi wê re sala 2019ê bajarê Serêkaniyê kontrol kirin, embar û êstgeha serke ya avê dişîne parêzgeha Hesekê hat girtin.
Emîna Mihemed, ya 24 salî, bi kesekî re ku ji dervayî Sûrîyê bû hevjînî pêkanî, piştî salekê ji êşkenceya derûnî û lêdanê, wê xwe gihand Qamişlo û karîbû xwe bide berdan.
Droneke Tirkîyê do Pêncşemê trimbêlek li rojavayê Qamişlo kire armanca xwe, li gor karbidestên xwecihî di encama wê êrîşê de çar kesan jîyana xwe ji dest dan û du jî birîndar bûn.
Li herêmên kurdên Sûrîyê pileya gerimê 5 pileyan ji normal bilintir bûye, tevî vê yekê jî karkerên rojane neçarin karê xwe bikin. Li alîyekî din ev germahî dibe sedema nexweşîyan.
Li bajarê Qamişlo, grûpeke şanoyê bi navê Pîne şanoyek komîdî pêşkêşî bîneran dike. Şêwazê komîdiya stand-up tiştekî nû ye di civaka Kurdên Sûriyê de û ev grûp hewl dide bi rengekî hunerî behsa mijarên civakî û siyasî bike.
Pirtir bar ke